ROJEV/ 16 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 16 PÛŞPER 2012

* Roja yekşemê gelê Yewnanîstanê ji bo hiljiartina ku ne tenê ji bo Yewnanîstanê, ji bo hemû Ewropayê girîng e, diçe ser sindoqan. Li gorî lêkolînên raya giştî, partiya muhafezekar a piştgirî dide plana bûtçeyê ya YE û partiyên çepgir ên li dijî planê wek hev in.

*Komleya Lêkolîna Bûyerên Civakî û Rûbirûbûnê di meha adarê de “Komxeta Sivîl a Elewiyan” li dar xist. Rapora Komxebatê hat temamkirin.

*Piştî ku qada manewrayê ya rejîma AKP’ê teng bû, dersa Kurdî ya “hilbijarte” anî rojevê. Lê di dîroka komara Tirk de herî zêde mirov di vê demê de hatin girtin û binçavkirin. Tenê di 15 rojên hezîranê de 122 jê xwendekar, bi giştî zêdetirê 330 kes hatin binçavkirin û nîva wana hatin girtin..

* Rêxistina Ciwanên Kurd a Rojavayê Kurdistanê (KCRK) ji bo gerîlayê HPG’ê Erdewan Hesen ê bi nasnavê Gelî yê beriya hefteyekê li bejahiya Geverê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û got; “Em ê têkoşîneke pir dijwar bimeşînin.”

*Li Qada Tehrîrê ya li Qahîreyê ku bûye sembola şoreşa Misirê, di van demên dawiyê de êrîşên li ser jinana zêde bûn. Muxalîf dibêjin ku ev êrîş ji aliyê alîgirên rêberê rûxayî yê Misirê Husnî Mubarek ve pêk tên.

*Zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay nerazîbûn nîşanî hewldana hikûmetê ya ji bo “dersa hilbijarte” da û got; "Yên ku îro vê yekê weke çareserî pêşkêş dikin, xwe dixapînin.” Alpay gotinên Alîkarê Serokê AKP’ê Huseyîn Çelîk ên ku Kurdan şiband Pakîstaniyên li Îngilîstanê rexne kir û got; “Kurdên Tirkiyeyê li welatê xwe dijîn, ne li welateke din.”