Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê dê îro ji bo gotûbêjkirina pirsgirêka Kurd hevdîtinek pêk bînin.
*Projeya bûyîna destebira ya bajarên Celle yê Almanyayê ku hejmarek zêde ya Êzidiyan lê dijîn û Êlihê gihişt asta dawî. Şaredarê Celle yê SPDyî Dirk-Ulrich Mende jî piştgirî dide projeyê. Kurdên li Celleyê dê di rojên pêş de îmzeyan kom bikin.
*Zelal Gokçe diyar dike ku ji ber ku ew xeyala baxçeyeke ji kulîlkên rengîn a mîna kulîlkên li ser kataloga albumê xeyal dike, navê albuma xwe kiriye Solîn ango baxçeyê gulan.
*Zêdebûn kuştinên di encama êrîşên hewayî yên Balefirên bê Mirov ên DYAyê de, li Swêdê rê li ber gotûbêjan vekir. Piraniya pisporan diyar dikin ku DYA bi vê yekê qûralên hiûqa navneteweyî bin pê dike.
*Xwendekara zanîngehê Rehîme Olgun ji ber ku beşdarî şahiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, pîrozbahiya Newrozê û meşa Amarayê bû, bi îdîaya endama rêxistinê ye hat tawanbarkirin û 11 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.