*Operasyonên qirkirina siyasî yên ku rejîma AKP’ê li hemberî rêveberî û endamên BDP’ê daye destpêkirin, bê navber berdewam dikin. Ji 1’ê gulanê ve 4 serokên bajaran ên BDP’ê li Kurdistanê hatin girtin.
* Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ji bo kongreya partiya xwe ya Colemêrgê dê di 10’ê Hezîranê de pêk bîne, dijminê Kurdan Îdrîs Naîm Şahîn dişîne.
*Jina bi navê M.A. ya ku demekê di Girtîgeha Sergiryî ya Karataşa Mêrsînê de ma, ragihand ku hema bêje hemû jinên girtî cezayê hevdîtina vekirî û girtî girtine, nameyên ji girtiyan re tên nadin girtiyan û 2 girtî li ser textekê radizên.
* Li Amedê li gorî kontrola tenduristî ya bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê û Şaredariya Rezanê ve hat rêvebirin de, hat tesbîtkirin ku li herêmê sedê 90 paşketinek di mezinbûn û pêşketina zarokan de heye.
* Hat ragihandin ku rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan Mihemed Kebûdwend û nivîskarê blogê Huseyîn Malekî yên li girtîgehên Îranê girtîne dest bi greva birçîbûnê kirine.Herî dawî di 3'ê hezîranê de Kebudwend rakirin nexweşxaneyê.
*Cîhana me di demjimêrên sibê de dê şahidiya bûyerekî esmanî ku pir kêm çêdibe bike. Venûs dê sibe li gorî demjimêra Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê demjimêr 01.10’an de di navbera cîhan û rojê de derbaz bibe û ji bo kesên carek din dixwazin vê bûyerê bibînin pêwîste 105 salan li bendê bimînin.
*Ji Parlementoya Iraqê komek parlementer daxwaza daxistina Serokwezîr Nûrî El Malikî ji Serokkomar Celal Talebanî re ragihandin. Talabanî ji bo lêkolînkirina daxwazê komîsyonek saz kir.