ROJEV/ 04 PÛŞPER 2012

ROJEV/ 04 PÛŞPER 2012

Hat zanîn ku piştî aloziya di civîna bilind a rêberên Yekitiya Ewropayê di navbera Serokkomarê Franse François Hollande û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê de rayedarên li Brukselê li ser planek din dixebitin. Tê payîn ku ev civîna bilind bigihe meha hezîranê û ev plan ji çar xalên "pere, siyaset, bank û reforman” pêk tê.

* 29 parlementerên partiyên cûda yên Swêdê nameyek hevpar ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandin û girtina rojnamevan, nivîskar, parêzer, rewşembîr û siyasetmedaran protesto kirin. parlementeran xwestin girtiyên siyasî serbest bên berdan.

*Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şîrketên mezin ên cigare hildiberînin, li hemberî qanûnên li dijî fêrbûna kişandina cigareyan derdikevin û gef li tenduristiya mirovan dixwin.

*Îsmaîl Omer Elî, yek ji gundiyên ku berê bûye şahidê komkujiyê ji aliyê Seddam Huseyîn ve û piştre jî bûye şahidê yên ji aliyê dewleta Tirk ve. Piştî ku di êrîşa artêşa Tirk de kurek ê xwe wenda kir, dest ji gundê xwe berda. Niha jî salê hefteyek an jî du hefteyan tê serdana gundê xwe Kafyayê û li baxçeyê xwe yê simaqê dinêre. Xaniyên wan tune ne.

* Nivîskar û rojnamevanê Kurd û edîtorê rojnameya Zagrosê ya li Ermenîstanê Elîxanê Memê, hêjayê xelata Movsês Xûrênastsî hatibû dîtin û Serokkomarê Ermenîstanê Sêrc Sargisyan bi xwe xelat da wî. Bi eslê xwe ji Farqîna Amedê ye, lê ew jî mîna bi hezaran Kurdan koçberê Ermenîstanê bûne. Elîxanê Memê di dema têkoşîna serxwebûna Ermenîstanê de rolek girîng girtiye. Jixwe ew bi xwe jî dibêje “Kurdistan û Ermenîstan evîndarên min in.” (Hevpeyvîn)