*“Malbata me bi Osmaniyan re şer kir. Em jî wekî her welatiyên kUrd ên din ji warê xwe koçber bûn… Malbata me didin ber guleyan û hemuyan wê derê qetil dikin. Ji sedî 90’ê malbata min hatin kuştin… û em dikevin ser rêya Ermenîstan û Îranê…” Çîroka Serokê Otomoniya Kurdan li herêma Krasnedara Federasyona Rûsyayê Îşxanê Ankosî wiha dest pê dike. (Hevpeyvîn)
*Nivîskarê Komara bê Koçgirî (Koçgirîsiz Cumhuriyet) Kadîm Laçîn diyar kir ku gelê Kurd 200 sal in ji bo wergirtina mafên xwe yên demokratîk ên neteweyî bedelan didin, lîstokên duh li hemberî Kurdan hebûn, îro jî hene û got; “Ev serhildana dawî ya Kurdan dê bi çareseriyê bi dawî bibe.” (NÛÇEYA ZEYNEP KÛRAY)
* Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan polîtîkaya AKP’ê ya zam-bacê rexne kir û got; "AKP’ê girîngî daye ser zamên îdeolojîk. Bihayê hemû tiştên ku ji bo xwe bi zerar dibînin zêde dike."
*Bav û kalên wan ji Wanê koçberê gundê Devê Xerabe yê Ermenîstanê bûn. Dengbêja Kurd Dilbera Welîle di 14’ê gulana 1957’ê de li vir çavên xwe li jiyanê vekir. Dengbêja jin ji ANF’ê re axivî û çîroka mereqa xwe ya ji bo dengbêjiyê vegot.
* Partiya Çepgir a Almanyayê, di komcivîna xwe ya duh de hevserokên xwe yên nû hilbijart.
* Ji rêberên kontr-gerîla yên ku li Nîkaragûayê li dijî hikûmeta Sandînîstayê şer kir Adolfo Calero di 81 saliya xwe de mir. Calero berpirsê gelek komkujî û sûîqestan bû. Di dema xwe de yek ji zilamên herî pêbawer ê DYA’yê bû li Amerîkaya Başûr.
* Civîna Bilind a Welatên Başûrê Rojhilatê Ewropayê ya Saziya Perwerde, Zanîst û Çandê ya NY’yê (UNESCO) dê li bajarê Mostarê bê lidarxistin.