*Ji bilî dayîna xwînê wezîfeyek din a Kizilayê (Hevya Sor a Tirkiyeyê) heye. Ew jî pêkanîna serbestberdan dîlan (esîr). Kizilayê vê peywira xwe tenê ji bo serbestberdana leşkerî Îsraîlî Şalîd bi cih anî. Lê Kizilayê heta niha ji bo leşker û polîsên di destê HPG’ê de tu hewlek nedaye. Rastiyek din a bi Kizilayê re têkildar heye ew jî ev e: Tirkiyeyê ji sala 1977’ê ve Peymana Cenevreyê îmze nake, lê ya ku Stenbolê ji bo protokolên pêvek ên Peymana Cenevreyê malovanî kir jî Kizilay bû.
* Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got; “Kurtaj cinayet e. Her kurtajek Qilaban e” û biryara qedexekirina kurtajê da. Vê yekê jî hêrsa jinan zêde kir. Rojnamevan Aydogan got ku divê hikûmeta AKP’ê destê xwe ji bedena jinan bikişîne û wiha domand; “Bila jinan bi cinayetan tawanbar nekin.”
* Her roja nêzî 300 kesên bê kar, ku piraniya wan ciwanê Kurd in, li Qada Mecîdiye ya Stenbolê ji sibê heta êvarê ji bo yewmiyeya 20-40 TL radiwestin.
* Teqînên nû yên volkanîk li benda cîhanê ne. Aşkere bû ku çiyayên agirîn ên cîhanê piştî çêbûna xwe temam dikin, tenê piştî çend sedsalan diteqin. Beriya niha dihat bawerkirin ku çêbûna van çiyayên agirîn, 200 hezar sal beriya teqînê çêbûne.
* Hat ragihandin ku piştî oldarên Bûdîst li Tîbetê agir berdan bedena xwe, hikûmeta Çînê bi setanê Tîbetiyan girtin.
* Zanîsta Jinê, Jineoljî, bi pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber gotûbêjên nû vekir. Jinên Kurd ferasetek nû pêş dixin ku xetimandinên di zanîstên civakî û feminîzmê de derbas dikin. Beşa Jineolojî ya ku du sal berê ji aliyê PAJK’ê ve hatiye avakirin.
* Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku li Sûdanê jina bi navê Întîzar Şerîf Ebdullah a 20 salî bi sucê zînayê hatiye tawanbarkirin û hatiye recmkirin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) jî ragihand ku dibe temenê Întîzarê ji 18 salan jî kêmtir be.