Rojên Fîlman a Kurd a Viyanayê destpê kir

Rojên Fîlman a Kurd a Viyanayê destpê kir

Rojên Fîlmên Kurd a Viyanayê ‘Şerçava’ duh bi fîlmê “Letter to the King” destpê kir.

Rojên Fîlman a Kurd ‘Şerçava’ ku ev du sal e li paytexta Viyana ya Awûstûryayê pêk tê duh êvarê destpê kir.  Rojên Fîlman bi fîlmê “Letter to the King” destpê kir û li gel lîstikvanê sereke Nazmî Kirik, gelek nûnerên saziyên siyasî tevlî bûn. Parlamentera Partiya Keskan Berîvan Aslan, ji partiya Peşîlleyan Şenol Akkiliç, Nîkî Kunrath, ji partiya Sosyal Demokrat (SPO) parlamenter, nûnerên odeyên karkeran, ji wezareta çandê Haydar Sari û nûnerên saziyên Kurd tevlî bûn.

Piştî nîşandana fîlm lîstikvan Nazmî Kirik pirsên rojnamegeran yên der barê sînemeya Kurd û fîlmê hat temaşekirin de bersivand.

Piştre di bufeya ku hatibû amadekirin de sohbetê berdewam kir.

Di mîhrîcanê de îro fîlmê “Der Junger Siyar”  li Filmhauskino wê bê nîşandan.

Der barê rojên fîlm de hûn dikarin ji ser vê www.sercavan.at agahiyên berfireh bigirin. Navnîşana mîhrîcanê ya facebook wiha ye:
www.facebook.com/photo.php?fbid=731159260300371&set=a.731155223634108.1073741875.100002189112724&type=1&theater