Li Rojavayê Kurdistanê bi mebesta şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî, bi hezaran kes daketin kolanan û azadiya Ocalan xwestin.
Bi minasebeta 14’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan û hem komplo hem jî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir. Di meş û xwepêşandanên ku ji aliyê .
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger (Ciwanên Şoreşger) ve hatin organîzekirin, li bajarên Qamişlo, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Efrîn, Hesekê, Amudê, Kobanê hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, PYD, Tevgera Ciwanên Şoreşger, YPG hatin vekirin, her wiha posterên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Di çalakiyan de bênavber sloganên wekî, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.
Di axaftinên hatin kirin de, komplo û tecrîda giran a li ser Ocalan hate şermezarkirin û bal hat kişandin ku fikrên Ocalan li ser tevahiya Rojhilata Navîn bandor çêkiriye, lewre hêzên hegemonîk, ji bo ku bandora Ocalan li ser şoreşa gelan çênebe tecrîdê giran dikin. Di axaftinan de hate destnîşankirin, her çiqasî astengî bên derxistin jî, felsefeya Ocalan bandora xwe li her derê dike, lê heta Ocalan azad nebe, jiyan jî dê bê wate be. Di axaftinan de soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan hate dayîn.
Çalakiya li Qamişlo jî, li ber Mizgefta Qasimo hate lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemze Tolhidan axaftinek kir û ev tişt gotin: “Rêber Apo kurdê azad afirandiye. Gelê kurd jî bi berxwedana xwe ev yek nîşan da. Komplogeran plan dikirin ku dê tevgera azadiyê tune bibe, lê Rêber Apo berxwedanek bêhempa nîşan da û vala derxistin. Her wiha gelê kurd jî girêdana xwe nîşan da. Êdî gelê kurd têk naçe. Niha dixwazin Rêber Apo ji şoreşa gelan qut bikin, lê wekî li Rojavayê Kurdistanê hatiye dîtin jî, felesefeya Serokatiyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye. Ev rûmeta herî mezin e. Em jî soz didin ku emê hemû Rojavayê Kurdistanê veguherînin qada serhildanê. Em ê bi têkoşîna li perçeyên din, berxwedana zindanan û şerê gerîla re li dora Serokatiyê xelekê çêbikin.”
Endamê Kordînasyona TEV-DEM’ê Evdilkerîm Saruxan jî axaftinek kir û komplo şermezar kir. Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.