Roboskî di rapora YE’yê de ye

Roboskî di rapora YE’yê de ye

Komkujiya Roboskî ya ku di encama wê de 34 Kurdan jiyana xwe ji dest dan jî di rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya ji aliyê Komîsyona Yekitiya Ewropayê ve hate amadekirin de ye. Di raporê de tê destnîşankirin ku guman li ser şefafî û bandoriya lêpirsîna ji aliyê hukûmeta Tirk ve tê meşandin hene.

YE’yê (Yekitiya Ewropa) rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ku têde ji her salê zêdetir rexne li hukûmeta AKP’ê tê kirin, têde hene, cih da komkujiya Roboskî ya ku di 28’ê berfanbara 2011 de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de tê destnîşankirin ku rayedarên Tirk piştî komkujiyê destûr nedaye saziyên sivîl biçin cihê bûyerê û lêkolîn pêk bînin, fikarên pir cidî li ser şefafiya lêpirsîna bûyerê hene û heta niha ne rayedarên leşkerî, ne jî yên siyasî ji bo vê bûyerê tu lêborînek jî nexwestine.

Di raproê de tê diyarkirin ku ji ber mijara komkujiyê tu gotûbêjek der barê berpirsên siyasî yên komkujiyê de nehatiye kirin û heta niha sedema vê komkujiyê nehatiye aşkerekirin.

Raporê da diyarkirin ku hukûmeta Tirk bi awayeke dijminane bersiv dide rexneyên ku çapemenî û saziyên sivîl ji ber pirsgirêka Kurd li hukûmetê dikin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî tu pêşketinek tune ye. Bal kişand ku li hemberî vê yekê operasyonên leşkerî hatine zêdekirin.

YE’yê ba kişand ser îdîanme û maweyê demdirêj ê girtinan ku doza KCK’ê jî di nav de ye û hat destnîşankirin ku divê lez bidin pêvajoya darizandinê û mafên bersucan bêne parastin.

Di beşa azadiya ramanê û çapemeniyê de jî rexneyên giran li hukûmeta AKP’ê tê kirin û wiha tê gotin: “Azadiya Çapemeniyê hate tengtirkirin. Endamên hukûmetê, rayedarên payebilind ên dewletê û rayedarên leşkerî gelek caran bi ser çapemeniyê de çûn û doz li çapemeniyê vekirin. Hin rojnamevanên ku bi aşkereyî rexne li hukûmetê kirin, ji karên xwe bûn. Di çapemeniya Tirk de otosansur bû mîna fenomenek berbelav. Heta niha çarçoveya qanûna têkoşîna bi karên organîzekirî û terorê re ne zelal e. Nivîsandina nivîsekê, axaftinek dihêle ku mirov ji endamtî û rêbertiya terorê bê darizandin û cezayên dirêj ên girtîgehê werbigirin.”