Federasyona Gelan a Mirovan a Navneteweyî (FÎDH), Rêxistina Cîhanî ya Li Dijî Êşkenceyê (OMCT) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyek hevpar bertek nîşan dan ku piştî erdhejan li 10 bajaran Rewşa Awarte bê ragihandin.
Ji Rêxistinên Mafên Mirovan FÎDH, OMCT û ÎHD’ê daxuyaniya hevpar dan. Rêxistinan bertekeke tund nîşanî Serokkomarê Tirk Tayyîb Erdogan dan ku erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo xwe weke firsend bi kar anî û li 10 bajaran Rewşa Awarte ragihand. Saziyan xwest biryara Rewşa Awarte were sekinandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Piştî karesatê Serokkomar Erdogan di 7’ê Sibatê de li 10 bajarên ku ji erdhejê bandor bûne, heta 7’ê Gulana 2023’an Rewşa Awarte ragihand û ev biryar ket meriyetê.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku piştî biryara Rewşa Awarte azadiya çapemeniyê hat astengkirin û hat bibîrxistin ku xebatên rojnamevanên ku rexneyên wan ji bo mudaxeleya erdhejan hebûn hatin astengkirin û doz di derbarê wan de hat vekirin.
‘REWŞA AWARTE BANDOREKE NEYÎNÎ LI ALÎKARIYA MIROVÎ Û RIZGARKIRINÊ DIKE’
Rêxistinên mafên mirovan îşaret pê kirin ku biryara Rewşa Awarte bandoreke neyînî li xebatên rizgarkirinê û xebatên mirovî dike û wiha hat gotin: “Hikûmet tevî qelsiyên hewldanên navendî, hevkariya herêmî veguherandiye siyasetê.”
‘NE TESADUF E KU EV BIRYAR BERIYA HILBIJARTINÊ HAT KIRIN’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ne tesaduf e ku beriya hilbijartinê Rewşa Awarte bê ragihandin û ev bang hat kirin: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku geşedanên li Tirkiyeyê van tevdîran bi taybetî di aliyê nêzbûna hilbijartinan de, li ser esasê mafên mirovan û azadiyên esasî, ji nêz ve bişopînin.”