Rêxistinên li Ewropayê: Em li dijî dijminên mirovahiyê bibin yek

Êrîşa çekdarî ya li dijî Komeleya Çanda Kurd a Parîsê ji aliyê Yekîtiya Jinên Elewî yên Ewropayê (AABK), Yekîtiya Karkerên Koçber ên Ewropayê (AGEB) û Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Elewî yên Ewropayê (AABK), Yekîtiya Karkerên Koçber ên Ewropayê (AGEB) û Partiya Îslamiya Kurdistanê (PÎK) êrîşa çekdarî ya li Parîsê şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Elewî yên Ewropayê der barê komkujiya ku 3 kes tê de şehîd bûn de ev agahî da: "Av raza, kevir raza, çûk raza, lê nijadperestî û faşîzm ranezane. 3 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar hene." "Divê em mil bi mil li dijî kujer, nîjadperest û dijminên mirovahiyê têbikoşin.

DÎSA PARÎS, DÎSA QETLÎAM

Di daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Karkerên Koçber ên Ewropayê de de hate diyarkirin ku di salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de dîsa li Parîsê qetlîamek hate kirin.

Di daxuyaniya Yekîtiya Karkerên Koçber ên Ewropayê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rayedarên dewleta Fransa di daxuyaniyên xwe yên derbarê komkujiyê de bi israr naxwazin vê êrîşê wekî êrîşeke terorîstî pênase bikin û dixwazin êrîşê bikin êrîşeek edlî. Dewleta Fransayê dema ku komkujiya li ser Sakîne Cansiz û rêhevalên wê vedişêre, dixwaze vê komkujiyê jî bi heman awayî veşêre.

Ev êrîş di civîna ku di dema amadekariyên bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de pêk tê, îspata wê yekê ye ku bûyer ne tesaduf e.

 Komkujiyên bi vî rengî jî weke parçeyek ji van bazariyan li ser Kurd û şoreşgeran e. Lê qetlîam wê pêşî li têkoşîna neteweya Kurd negire. Şoreşger, demokrat û pêşverû divê vê qetlîamê şermezar bikin û têkoşîna mafdar a neteweya Kurd biparêzin.

PÎK: EM VÊ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN

Komkujiya ku 3 Kurd li Parîsê hatin qetilkirin, ji aliyê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PIK) ve jî hat şermezarkirin.

Di daxuyaniya PÎK'ê de ev tişt hate gotin “Di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de 3 Kurd hatin qetilkirin, 3 kes jî birîndar bûn. Dagirkerên ku li Kurdistanê qetlîaman dikin, gelê me yê mezlûm ên li dîasporayê dijîn jî dikujin. Em dixwazin dewleta Fransa û welatên din ên Ewropayê li dijî van qetlîamên li ser gelê Kurd têkevin nav hewldanan. Em êrîşa faşîstan a li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi tundî şermezar dikin.”