Rêxistinên hiqûqê: Em ê serê xwe li ber zextên desthilatdariyê netewînin
Rêxistinên hiqûqê girtin û destgîrkirina parêzeran protesto kirin û gotin ku ew ê serî li ber zextên desthilatdariyê netewînin.
Rêxistinên hiqûqê girtin û destgîrkirina parêzeran protesto kirin û gotin ku ew ê serî li ber zextên desthilatdariyê netewînin.
Rêxistinên hîqûqî yên li Stenbolê têkildarî girtina endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Gulhan Kaya û destgîrkirina parêzer Mustafa Taylan li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin wê serê xwe netewîne” hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin.
Endama OHD’ê ya Stenbolê parêzeran Nagehan Avçil di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku bi awayek li dijî hiqûqê hevdîtina wan a li gel hevpîşeyên wan hatiye astengkirin û girtina Gulhan Kaya êrîşa eşkere ya li dijî parêzertiyê û parastinê ye. Avçil diyar kir ku xebatên pîşeyî yên parêzeran bi zanebûn tên krîmînalîzekirin û destnîşan kir ku wê parêzer û parastin serê xwe li ber zextên desthİlatdariyê netewînin û bi her awayî xwedî li parastinê û hevpîşeyên xwe derkevin.