Rêxistinên civaka sivîl: Sûc nekin, ji tezkereyê re bêjin ‘NA’

16 rêxistinên civakên sivîl bang kir ku ‘Nebin hevkarên sûcên giran û ji tezkereyê re bêjin ‘NA’.”

Rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyekê bang kir ku ji tezkereyê re bêjin ‘NA’.

Hewldana 78'an, Muxalîfên Leşker yên Derbeyên Leşkerî (Adem-Der), Federasyona Elewî Bektaşî, Foruma Anitparkê, Înîsîyatîfa 78'an a Enqerê, Hewldana Azadiya Ramanê ya Enqerê, Misilmanên Antîkapîtalîst, Weqfa Aştiyê, Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), Koma Diyalogê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrrojhilat (DGD), Hewldana li Dijî Sûcê Ramanê, Weqfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaş Velî, Platforma Maf û Edaletê, Platforma Edaletê ya ji bo Tevgera Lezgîn û Mexdûran, li dijî tezkereya şer ku li bendê ye bê Meclîsê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya xwe de rêxistinan bang li palamenteran kir ku nebin hevparê sûc û ev tişt gotin: "Bi hêviya ku hûn nebin hevparê sûcê giran. em li bendê ne ku hûn ji tezkereyê re bibêjein ‘NA’."