Rêxistina Efoyê ya Navnetewî: Mudaxeleyî Halîl Savda nekin!

Rêxistina Efoyê ya Navnetewî: Mudaxeleyî Halîl Savda nekin!

Rêxistina Efoyê ya Navnetewî bertek nîşanî êrîşa polîsan ya li dijî redkarê wijdanî û meşvanê aştiyê Halîl Savda û hevalên wî da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Efoyê ya Navnetewî ve hatiye kirin, ‘Meşa Aştiyê ya ji Roboskiyê heya Enqereyê’ Halîl Savda û hevalên wî dane destpêkirin û di roja 28’mîn de li Osmaniyeyê ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin bibîrxist.

Di daxuyaniyê de balkişande ser ku, pêkanîn bêwate û bêmafe. Her wiha aşkera kir ku, mudaxele tê wateya mudaxeleya li dijî azadiya fikirê.

Rêxistina Efoyê ya Navnetewî rayedarên Tirk wiha hişyarkirin: “Halîl Savda û hevalên wî pêwîste bêy ku rastî mudaxeleyên bêmaf yên rayedaran bên pêwîste protestoyên xwe yên aştiyane berdewam bikin. Pêwîste neyên astengkirin û tundî neyê bikaranîn.”