‘Rewşa girtiyên nexweş Tanhan û Guler giran e’

Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Tanhan û Guler giran e.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 436’emîn de çalakiya xwe ya heftane li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F’yê de ne.

Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Cemal Tanhan di sala 1955’an de hatiye dinê 29 sal in girtî ye û wiha got: “Rewşa Cemal Tanhan di havîna 2022’yan de nerihet bûye û rewşa wî xerab bûye. Serî li bijîşk daye lê piştî 4 mehan tehlîlên wî hatine girtin. Di tehlîlan de diyar bûye ku gelek nexweşîn pê re hene. Li gel ku du rojan di beşa nihêrîna awarte de hatiye hiştin, lê bêyî ku rewşa wî baş bibe şandine girtîgehê. Nexweşiyên wî yê cidî hene. Nexweşiya tansiyon û dil pê re heye. Di gurçik, zirav û kezeba wî de pirsgirêk hene û hin girik li ser gurçika wî derketine. Ew nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe rojane pêk bîne. Her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe û em dixwazin demildest bê berdan da ku tedawiya wî bê kirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya "Rûniştina F" di hefteya 564'an de pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê ya li ber ÎHD'a Stenbolê hat lidarxistin de, balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler ê 83 salî ku di Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê de ye. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglu tev li çalakiyê bûn.

 Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û destnîşan kir ku mafê tenduristiyê û tedawiyê ya girtiyên nexweş divê tu sînoran nas neke û pêwîst e bê şert û bê merc tedawiya girtiyan bê kirin û xwest rayedar di vî warî de gavên lezgîn biavêje.

Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê ji sala 1994’an ve girtî ye û zû ve ye nexweşînên giran li Guler peyda bûne û ew nikare biaxive, bi zehmetî bi rê ve diçe û li gel vê yekê jî saziyên bi pêwendîdar rapora “dikare di hefsê de bimîne” didin. Onaran got malbata wî dibêje ku êdî Siddik Guler ketiye asta ku nikare ferdên malbatê nas bike û jiyana wî di xetereyê de ye. Onaran xwest ku Guler demildest bê berdan.