Rewşa girtiyên nexweş Ozkan, Yildirim û Guneş giran dibe
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de diyar kirin ku rewşa Mehmet Emîn Ozkan, Mehmet Saît Yildirim û Yahya Guneş girantir dibe.
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de diyar kirin ku rewşa Mehmet Emîn Ozkan, Mehmet Saît Yildirim û Yahya Guneş girantir dibe.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 565’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tedawiyê nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan bê berdan” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî destek da çalakiyê û gelek parêzvanên mafê mirovan tev li bûn. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da.
Yolerî bal kişand ser nexweşiyên Ozkan ku 27 sal in girtî ye û nexweşiyên wek dil, hîpertansiyon, troîd, gulçik, alzheimer û demans lê peyda bûne û ew bi alîkariya hevalên xwe jiyana xwe didomîne. Yolerî da zanîn ku li gel rapora “nikare di hefsê de bimîne” ya nexweşxaneyê jî Saziya Tiba Edlî berdana Ozkan asteng dike. Yolerî got li gel ku Ozkan nikare li hefsê bimîne jî lê dîsa nayê berdan û wan bi keça Ozkan re hevdîtiye kiriye û keça wî ji wan re diyar kiriye ku birayê wê li gel avê wê girtî ye û birayê wê Ahmet jî di meha gulanê de tê berdan.
Yolerî da zanîn ku rapora Saziya Tiba Edlî ku berdan Ozkan asteng dike nayê qebûlkirin û divê Ozkan tavilê bê berdan û êdî dema xwe li gel malbata xwe derbas bike.
ÎZMÎR
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya 268’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” hate vekirin. Nûnerên HDP’ê û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli rewşa Mehmet Saît Yildirim ê 71 salî ku 28 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê tê ragirtin vegot.
Canli, da zanîn ku Mehmet Saît Yildirim ê Îmrali jî di nav de li gelek girtîgehan maye ji 6’ê îlona 2018’an ve di hucreya yek kesî de dimîne û qala nexweşiyên wî û raporên wî kir.
Canlı, destnîşan kir ku Yildirim ê nexweşiyên dil û kezebê pê re hene nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û bi lêv kir ku divê Yildirim di bin kontrola bijîşkekî de û bi awayekî bi rêk û pêk dermanên xwe bikarbîne. Canli, anî ziman ku Mehmet Saît Yildirim ji ber temen û tenduristiya xwe nikare di hucreya yek kesî de bimîne û bi lêv kir ku divê demildest ji hucreyê bê derxistin girîngiyê bidin dermankirina wî û ji bo li cihekî baş were dermankirin divê demildest were berdan.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 437’emîn de li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yahya Guneş ê li Girtîgeha Espiyeya Gîresûnê ya Tîpa L’yê girtî ye. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da.
Tûrgût bi bîr xist ku Yayha Guneş 51 salî ye û ji mijdara 1995’an ve girtî ye û destnîşan kir ku gelek nexweşî lê peyda bûne û ew nexweşiya pişik pê re heye û hin lekeyên mezin li pişika wî hatine tespîtkirin. Tûrgût destnîşan kir ku ji ber nexweşiyên wî giran in dema sewqî nexweşxaneyê tê kirin zehmetî dikişîne, wî kelemçekirî dibin nexweşxaneyê û tedawiya wî nayê kirin. Tûrgût anî ziman ku di heman demê de nexweşiya romatîzmayê û hestiyan lê peyda bûne û ew bi tena serê xwe nikare hewcedariyê xwe dabîn bike û û bi piştgiriya hevalên xwe dijî. Tûrgût diyar kir ku her roja ku diçe rewşa Guneş giran dibe û ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê nayê tedawîkirin û xwestin demildest cezayê wî bê taloqkirin û berdan da ku li derve tedawiya wî bê kirin. “