Rewşa girtiyên nexweş giran e: Bang li raya giştî hate kirin
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdûlvahap Kavak û Guneş Tekîn giran e û bang li raya giştî hate kirin.
Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Abdûlvahap Kavak û Guneş Tekîn giran e û bang li raya giştî hate kirin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş bi wesîleya ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, careke din hate ba hev. Di hefteya 450’an a çalakiyê de endamên înîsiyatîfê li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Çalakvanan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyê nexweş Abdulvahap Kavak ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî xwend û wiha got: “Kavak, bi nexweşiyên dil, tansiyon, kolesterol, bêhnkurt, alerjî, ulseratîf kolît, ba, nodul a di qirikê de û kêmbûna hesin û kalsiyumê ketiye. Raporên têkildarî van nexweşiyan hene lê tevî vê yekê jî, di 12.01.2023’yan de odeya wî bêyî daxwaza wî hatiye guherandin. Rok, li odeya wî ya nû naxe lewma hem sar e û hem jî rûtubetê girtiye. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser nexweşiyên wî dike. Ji bo guherandina odeyê serlêdan kiriye lê ev daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Di hefteya ewilî ya meha çileyê de nexweşiya wî giran bû û mehekê nekarî ji nav nivînan derkeve lê tevî vê jî nebirin cem bijîşk. Hefteyek piştre li gel ku dîsa daxwaz kir jî mudaxale nehat kirin. Peywirdarên revîrê di 01.02.2023’yan de hatin û ji bo şewba Covîd-19’ê nûmûne wergirtin. Di 02.02.2023'yan de jî ji ber nexweşiyeke din rakirin nexweşxaneyê û di dema vegerê de jê re hate gotin ku bi Covîd-19’ê ketiye. Ji ber nexweşiyên dil, tansiyon, bêhnkurt û nexweşiyên kronîk, daxwaza dermanan kir lê jê re hate gotin ku dê daxwazên wî pêk neyînin. Di 03.02.2023’yan de ji bo dozgeriyê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar daxwazname nivîsand û li ser vê yekê hindik jî be Vîtamîna B, Vîtamîna C û Coraspîn jê re hate dayîn.”
Turgut, bi domdarî da zanîn ku di çavê Kavak de katarakt heye û divê were emeliyatkirin û wiha pê de çû: “Divê mercekê bêxin çavên wî. Divê merceka xwedî taybetiya sêmend were dayîn. Lê dewlet vê mercekê pêşwazî nake lewma malbatê kiriye. Fîrmaya têkildar jî merceka behsa xeberê mehek berê radestî nexweşxaneyê kiriye. Ev meheke hem bi devkî û hem jî bi daxwaznameyê ji rêveberiya girtîgehê re dibêje ku ji bo emeliyatê divê randevû were girtin. Lê heta niha jî tu agahî pê re nehatine parvekirin. Kavak, dibêje ku roj bi roj çavên wî xeratir dibin lewma her ku bi demê re tê vehêlandin, dê mercek jî bi kêr neyê. Her wiha dibêje ku bi taloqkirina emeliyata wî re tedawiya wî tê astengkirin.”
Turgut, herî dawî jî ev agahî dan: “Divê ji ber nodulên di dil û qirika Kavak de bi awayekî rêkûpêk li nexweşxaneyê were kontrolkirin lê bi mehaye nebirine nexweşxaneyê. Bi ser kontrola ulseratîf kolîtê re 3 meh derbas bûne. Ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk divê her tim dermanan bi kar bîne lê ji ber ku bijîşk gelemperî di roja sêşemê de tê revîrê, dema di rojên Çarşem û Pêncşemê de dermanên wî xelas dibin, heta hefteyeke din nikare dermanan bide nivîsandin. Ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk gelek dermanên cuda bi kar tîne, dermanên wî di demên cuda de diqedin û ji ber vê yekê jî hema hema her hefteyê bi rêya daxwaznameyan dermanan dixwaze. Ji roja ku odeya wî hatiye guherandin heta niha jî bi zorê bêhnê distîne. Ji ber ku hevalekî wî cigareyê dikêşe, ev yek nexweşiyên wî yên bêhnkurtê û dil girantir dike. Kavak dibêje ku divê tavilê li odeyeke royê dibîne were veguhestin. Her wiha tehliyeya Kavak bi biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hate astengkirin.
Divê Kavak tavilê li odeyeke ku ro yê dibîne were veguhestin û astengiyên li pêşiya tedawiya wî bên rakirin. Ji ber ku rewşa wî giran e û nikare di girtîgehê de bimîne, divê tavilê were berdan.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe ya Rûniştina F di hefteya 578’an de berdewam kir. Çalakî, li pêşiya komeleyê hate lidarxistin û gelek xizmên girtiyan jî tevlî bûn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Guneş Tekîn ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin û rewşa wê giran e. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiya nexweş Guneş Tekîn were berdan” hate vekirin û beşdaran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Bila Guneş Tekîn were berdan” berz kirin.
Endama Komîsyona Girtîgahan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Onaran got ku hejmara kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û wiha domand: “Guneş, Tekîn di sala 2008’an de bi birîndarî hate destgîrkirin û piştre hate girtin. Piştî emeliyatan jî raçikên wê yên di her du lingên wê û destên wê de tune dibin û tevgera wê bisînor bû. Nexweşiyên wê yên penceşêra malzarokê, gastrîta çalak a kronîk, reflûya di asta zêde de, tîroîd û kolîtê ye. Di heman demê de parçeyeke hesin di pişika wê de ma ye û ji ber ku nehatiye derxistin, pirsgirêkê dijî.”
Onaran, piştre jî nameya ku Tekîn bo ÎHD’ê şandiye xwend. Nameya Tekîn wiha ye: “Laşê min êdî pir qels bûye. Li rexekî mercên girtîgehê û li rexa din jî her tim bikaranîna dermanan êdî di min de taqet nehişt. Dermanên ku tiştekî baş dikin jî ji ber bandoreke xwe ya din rê li ber nexweşiyeke din vedike. Jiyaneke wiha ya her tim bi dermanan re jî derûniya min serûbin dike. Ev 16 sal in di girtîgehê de me û temamiya van salan min bi nexweşiyê derbas kirin. Vê jî ez ji taqet xistim.”
Onaran, xwest ku Tekîn were berdan û bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de bihestiyar bin.