Rewşa girtiyên nexweş giran e

Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Zahît Ozdemîrlî û Îsmet Gunden bang hate kirin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 479'an de dîsa ji ber şewba COVÎT-19 çalakiya "Rûniştina F" li ser medya înternetê berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê 83 salî û nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtigeha Tîpa D a Amedê girtî ye. 

 Endama Komisyonê Meral Nergîs Şahîn, anî ziman ku Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye û gelek nexweşî pê re hene. Şahîn, da zanîn ku girtiyên nexweş di bin şertên pandemiyê de ji bo bijîn têdikoşin û wiha got: "Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye. Nexweşiyên dil, tansiyon, guatr, hestî, gurçik, rovî û gelek nexweşiyên din pê re hene. Êdî tişt nayên bîra wî. Gelek nexweşiyên din pê re hene. Di sala 2015'an de Lijneya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê anî ziman ku ji sedî 87 astengdar e û rapora 'Nikare li girtîgehê bê girtin' da. Tevî vê raporê Ozkan îro dîsa girtî ye. Daxwaza taloqkirina înfazê red dikin." 

 Şahîn bertek nîşanî dermankirina bi kelepçe da û xwest her kes ji bo berdana Ozkan hestiyar tev bigere. Şahîn xwest demildest Ozkan bê berdan. 

ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyê nexweş Îsmet Gunden bi awayekî online daxuyanî da. Daxuyanî rêveberê komeleyê Ahmet Çîçek xwend. Çîçek, diyar kir ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de cih didin girtiyê nexweş Gunden ê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F a Hejmara 2’yan dimîne û da zanîn ku Gunden ji ber ji dosyayeke ku beriya niha jê hatibû darizandin 7 sal 6 meh cezayê girtîgehê xwaribû, di 15’ê Çileya 2021’an de hatiye girtin. 

 Çîçek anî ziman ku bi Gunden ê 66 salî re nexweşiyên prostat, şekir, nexweşiya dil, xetimîne demaran (piştî ku hat girtin 2 caran anjiyo bû), têrnekirina gurcikan, tansiyon, recifîna dest û lingan a pêşketî, nexweşiya çavan, jana hestiyan, kolesterol, fitiqa piştê, nexweşiya guhan û gelek nexweşiyên din ên cuda hene. Çîçek destnîşan kir ku di pêvajoya 4 mehan a girtîgehê de nexweşiyên wî zêde bûne. Çîçek bi lêv kir ku Gunden ji ber van nexweşiyên xwe rojê 6 caran dermanan dixwe. Çîçek da zanîn ku ji rewşên neyînî yên girtiyên nexweş pê re rûbirû dimînin rayedarên dewletê berpirsyar in û xwest Gunden were berdan.

 ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 351’emîn de çalakiya heftane bi rêya medya sanal li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê jî bi vîdeoyekê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê M. Zahîr Ozdemîrlî yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F dimîne. Rêvebera Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di vîdeoyê de axivî û bal kişand ser rewşa Ozdemîrlî. 

Çevîrmen diyar kir ku Ozdemîrlî ji sala 2016’an ve girtî ye û ji bo were tedawîkirin rojane bi qasî 750 kîlometre di navbera rêya Elbîstanê û Edeneyê de bi kelepçekirî bi wesayîta rîngê birine û anîne. Çevîrmen anî ziman ku îsal di meha Çile de teşhîsa penceşêrê lê hatiye tespîtkirin û pêdiviya wî bi xwedîkirin û piştevaniyek derûnî heye. Çevîrmen destnîşan kir ku di 12’ê Nîsanê de tedawiya kemoterapiyê ya Ozdemîrlî hatiye kirin û bi awayek kelepçekirî ku di çavdêriya sê leşkeran de pêk hatiye. Çevîrmen got “Piştî tedawiya kemoterapiye bi bayê bezê ew birine Girtîgeha Kurkçûlerê ya Tîpa F û ji ber rewşa girtîgehê her ku diçe rewşa tenduristiya wî nebaş dibe. Çevîrmen anî ziman ku ji bo cezayê Ozdemîrlî were rawestandin parêzerê wî serî li darazê daye lê heta niha tu encamek jê derneketiye û xwest Ozdemîrlî û tevahiya girtiyên nexweş li tavilê werin berdan.”