Rewşa girtiyên li Eregliyê di greva birçîbûnê de ne giran dibe
Hate diyarkirin rewşa girtiyên li Eregliyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, giran dibe.
Hate diyarkirin rewşa girtiyên li Eregliyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, giran dibe.
Li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Eregliya Konyayê li dijî binpêkirinên mafan û şertên tecrîdê yên giran, girtiyan di 4’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a ji bo 10 rojan kiribûn. Greva birçîbûnê piştî 16’ê Mijdarê jî wekî greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didome. Xizmên girtiyan dema ku telefonî girtîgehê dikin ji wan re tê gotin ‘Midûr çûye betlaneyê, hûn nikarin pê re biaxivin.’
Dêya girtiyê bi navê Mehmet Can Yîger diyar kir wê telefonî rêveberiya girtîgehê kiriye û got “Dema em diçûn hevdîtina rû bi rû rewşa wan ne baş bû. Girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê gelekî zeîf bûbûn. Dema ku bi me re diaxivîn diyar dikirin ku ew her carê tiştekî ji bîr dikin. Bawer im êdî tiştan ji bîr dikin. Rewşa wan xerab dibe. Me xwest em bi midûrê girtîgehê û dozger re hevdîtinê bikin. Lê peywirdaran gotin niha di civînê de ne û xwestin em ji kampusê derkevin. Em ji wir derxistin. Ev hefteyek e em telefon dikin lê me didin şitexilandin. Rojek diyar kirin, me wê rojê telefon kir lê ji me re gotin ‘Midûr çûye betlaneyê’. Em niha nizanin çi bikin. Rewşa zarokên me xerabtir dibe lê rêveberiya girtîgehê her carê hincetekê dide pêş û daxwazên girtî û yên malbatên wan bi cih nayne.”