Rêwîtiya me ya Rojavayê Kurdistanê -I-Amed Dîcle

Rêwîtiya me ya Rojavayê Kurdistanê -I-Amed Dîcle

'Gelê min ez rizgar kirim, ez jî xizmeta gelê xwe dikim’

Em bi navê Nûçe TV, ji bo hin rêze hevpeyvînan ji bo du hefteyan diçûn Sûriye û Rojavayê Kurdistanê. Gava me amadekarî dikir, me ji niha ve dizanî ku dê tiştên me heta niha bihîstine û nivîsandine ji texmînên me cûda bin.

Lê çîroka me ya rêwîtiyê jî, dîmenên ku me li wir dîtin, didan nîşan dan ku ev rewş ji texmînên me wêdetir e

Em pêşî ji çîroka xwe ya rêwîtiyê dest pê bikin...

Bi rêya hewayî çûna Sûriyeyê pir zor e, heta di vê demê de ne pêkan e. Hemû rêyên hewayî û kanalên gihiştinê girtî ne. Çûyîna Urdun, Libnan an jî Tirkiyeyê û ji wir ve bi peyayî derbasbûn jî di nava vebijarkên destpêkê yên me mumkun de de ne.

Bi rêya Libnan û Urdunê di warê teorîk de hêsan e, lê di warê teknîkî de pir zor e. Ji bo rêwîtiyeke wiha divê mirov çûyîneke bê veger jî bide ber çavên xwe.

Ji bo rêyên din jî rewşeke bi vî rengî heye. Lê ger mirov peywendiyên baş deyne, ev yek jî mumkun e.

Me wisa kir; Em di ser Tirkiyeyê re derbas bûn, lê rotaya balefira me balefirgeha Hewlêrê bû. Gava em gihiştin Hewlêrê, me destpêkê bi peywendiyên ku me danîbûn re hevdîtin pêk anî.

Ji bo derbasbûna Rojavayê Kurdistanê hin rê û rêbazên cûda nîşanî me dan.

Ji vana ya yekemîn, bi wesayîtê em ê biçin nêzî sînor û ji wir û pêve jî bimeşin. Hema bêje herî kêm ev meş 4-5 saet berdewam dike... Hûn ê pêşî li Çemê Dîcleyê derbas bibin. Hûn çante û kamerayên xwe bidin pişta xwe û hûnê di nava di nava genimê hatiye dirûn de bimeşin.

Divê rêwitiya we şev û bi lez be...

Mirov dikare bi rêya pasaport û rêyên qanûnî jî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe. Lê ji bo vê yekê divê nasnameya we ya Başûrê Kurdistanê an jî Sûriyeyê hebe. Lê jixwe ev rê ji bo rojnamevanan hatiye girtin.

Lê baş ku şansê me hebû, roja em çûn Hewlêrê, endamên Desteya Bilind a Kurdan a Rojavayê Kurdistanê ji bo hin hevdîtinan li Hewlêrê bûn.

Me vê firsendê ji xwe re nirxand, bi piştgiriya endamên Desteyê, em rojan din saet di 05.00 de li wesayîta hat me bibe, me berê xwe da deşta Musilê.

Gava tîrêjên germ ên roja Tebaxê li Çemê Dîcleyê dixist, me tenê dizanîn ku em ê biçin Rojavayê Kurdistanê, lê me nedizanî em ê di rêyeke çawa re derbas bibin.

Lê hevrêyê me yê ku ji bo alîkariya me hatibû rê baş dizanîn û peywendiyên baş beriya berê amade kiribû û vê yekê jî bawerî da me, bi vî awayî rêwîtiya me ya ber bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ve dest pê kir.

Em li cihek nêzî Mûsilê, di kontrola rê ya girêdayî Hukûmeta Herêma Kurdistanê re derbas bûn, êdî rêwîtiya me ya di nava axa di bin kontrola hukûmeta Iraqê de berdewam kir...

Lê beriya em di noqteya kontrolê ya Başûrê Kurdistanê re derbas bibin, me nivîsek ku diyar dike em ê derbasî Sûriyeyê bibin, em ê çend hefteyan li wir bimînin, ger tiştek were serê me, berpirs em bi xwe ne, îmze kir.

Ji ber peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de, xeta sînor, di bin kontrola hêzên hukûmeta navendî ya Iraqê de ne.

Li gorî vê peymanê; Hukûmeta Başûrê Kurdistanê destûr nade ku rojnamevan derbasî sînor bibin. Lê dema referansa me Desteya Bilind a Kurdan bû, bi awayeke hêzanî me karî.

Lê tenê di nûqteya kontrolê ya Başûrê Kurdistanê re derbasbûn, nayê wê wateyê ku tu yê derbasû Sûriyeyê bibî. Li wir jî herêmek heye, li vê herêmê jî qereqolên leşkerên girêdayî hêzên Malikî ne.

Lê ji ber soza ku me daye, divê em navê xwe bi temamî nebêjin, lê dema em derbasî herêmê bûn, em di demek kin de ketin bin çavdêriya wesayîtên leşkerî yên hêzên girêdayî hukûmeta Bexdayê.

Kesên li vir têne binçavkirin, dibe ku heta Bexdayê jî bibin. Yanî înîsiyatîfeke wiha di destê wan de heye.

Piştî 10 deqeyan ajotkarê me “silavek” da nêzî 20-30 leşkerên hukûmeta Iraqê li nûqteya gundê li ser xala sifir a sînor û em derbas bûn.

Em li benda rêwitiyek dirêjtir bûn, lê hema 20 metre wêdetir, wesayîta me ber bi rastê ve manewrayek kir û hema li pişt qereqolê park kir.

Û got ‘va ye sînor’...

Roj hîn a li ava ye, dinê di navbera ronahî û tarityê de ye, mirov hema hema heyvê jî dibîne...

Li aliyê me yê çepê, girek sê metreyî yê ji axê bilind bûye ew sînor e, li aliyê rastê jî qereqeqolek mîna vîlayan a leşkerên Iraqê û li ber qereqolê leşkerên piştî fitarê cigare dikişînin...

Ajotkarê me got “sînor ev e” û ji wesayîtê peya bû, çanteyên me avêt aliyê din ê sînor û got “kamerayên xwe bigirin û werin” û me bir aliyê din û got “bi xêr biçin” û vegeriya.

Evane hemû 3 deqeyan jî neqajot, me li aliyê din wesayîtek ku bi lez tê dît.

Wesayîteke reş a eraziyêbû... Gava gihişt ba me, ciwanek çekdar û rûyê wî girtî çanteyên me girt û li wesayîtê siwar kir, em jî bi kamera û wênekêşê xwe ve li pêşiya erebê siwar bûn.

Em hema di nava 5 deqeyan de me sînorê Iraqê derbas kir, em ketin nava Sûriyeyê, di carekê de me xwe di naa wesayîtekê de dît.

Li aliyê din ê sînor ronahiyên gund cûda dixuyên. Li kêleka rê bîrên petrolê...

Yên ku hatin pêşwaziya me endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya girêdayî Desteya Bilind a Kurdan e.

Piştî rêwîtiya me ya bi qasî nîv saetê em gihiştin gundek ê Dêrka Hemko.

Lê diketina gund de me dibin qereqolek ji rejîma Baasê hatiye rizgarkirin. Hêzên Kurdan dest danîne ser rêveberiya Dêrik û herêmên din, li vir bi hêzên Esad re pev neçûne, tenê çend leşker birîndar bûne û hêzên Esad neçar bûne ku dest ji bajêr berdin...

Ciwanên Kurd li vir bi dorê nobetê digirin, li dewriyeyê digerin û bi awayeke pir rêkûpêk karê asayîşê dikin.

Di nava wan de yê herî mezin Rêzan e. Rêzan 41 salî ye. Beriya niha ji ber hin sedemên siyasî ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye girtin û cezayê îdamê lê hatiye birîn. Piştî ku gelê Dêrikê dest danî ser rêveberiya Dêrikê, hevalê xwe yên di girtîgehê de jî rizgar kiribûn.

Ewqas kêfxweş e, weke ku nû hatiye dinê. “Ez ji bilî saeta xwe ya nobetê xizmetê dikin, avê didin yên tên û diçin” û berdewam dike; “Dijmin dê min îdam bikiriba, gelê min ez rizgar kiribim, ez jî xizmeta gelê xwe dikim.

Wê şevê em li wir dimînin û gotinên Rêzan di hişê min de diçin û tên.. “gelek xwe rizgar dike û li hemberî vê jî xizmeta xwe dike”....

Rêwîtiya me ya din Qamişlo ye...