Rêveberê Rojnameya Cûmhûryetê Akin Atalay hate girtin

Serokê Desteya Berhemênerê Rojnameya Cûmhûryetê Parêzer Akin Atalay ji aliyê Dadgeha Ceza ya Slûh a Nobedar a Stenbolê ve bi sûcê “Li gel endambûna terorê li ser navê terorê sûckirinê” hate girtin.

Serokê Desteya Berhemênerê Rojnameya Cûmhûryetê Parêzer Akin Atalay, piştî ku duh ji Elmanya vegeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Atatukê dema ku ji balafirê beya bû û şûn de hatibû binçavkirin.

Dozgerê Buroya Lêpirsîna Sûcê Çapemeniyê Mûrat Înan, piştî lêpirsîna Atalay a li emniyetê û şûn de bi hinceta “Li gel endambûna terorê li ser navê terorê sûckirinê” daxwaz kir ku bê girtin.

Atalay yê ku sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar a Stenbolê hate kirin hate girtin.