Rêveberê HDP'ê yê bajarê Mersînê hate girtin
Rêveberê HDP'ê yê Mersînê Hasan Cîde ku li benda kontrolê ya polîsên Tirk hate destgîrkirin, hate girtin.
Rêveberê HDP'ê yê Mersînê Hasan Cîde ku li benda kontrolê ya polîsên Tirk hate destgîrkirin, hate girtin.
Rêveberê HDP'ê yê Bajarê Mersînê Hasan Cîde li navçeya Akdenîzê li benda kontrolê bi hinceta ku cezayê lê hatiye birîn misoger bûye, hate destgîrkirin.
Li gorî agahiyan, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ceza li Cîde hatiye birîn.
Cîde birin Edliyeya Mersînê û piştî ku cezayê lê hate birîn jê re hate xwestin, hate girtin û ew birin girtîgehê.