Rejîma Îranê 14 kesên din darve kir, 4 jê jinin
Rejîma Îranê 14 kesên din darve kir, 4 jê jinin
Rejîma Îranê 14 kesên din darve kir, 4 jê jinin
Roja Çarşemê serê sibê 5 zilam û jinekî bi cezayê kuştinê li girtîgeha Recayê ya bajarê Kerec hatin darvekirin. Şeva Çarşemê 8 girtiyên ku bi cizayê bazirganiya madeyên hişber kirine, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatin darvekirin.
Li gorî rapora xwebatkarên Mafên Mirovan li Îranê, roja Çarşema 25’ê Îlonê serê sibê 5 zelam û jinekî bi cezayê madeyên hişber hatî girtin, li girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec hatin darvekirin. Li gor hatî zanîn ev jina ku hatî darvekirin ji girtîgeha Urimiyê ji bo darvebikin anîne girtîgeha Recayê û li vir darve kirin.
Ji wan girtiyan ku serê sibeha roja Çarşemê hatin darvekirin, 5 ji wan li tipên 7,1,6,3 yên girtîgeha Recayî ya bajarê Kerec hatine darvekirin.
Her wiha li gorî serçaveyekî ku ji wan kesên hatine darvekirin navê yekî Wehîd Cehrumî ye. Her wiha du kesên din yên ku bi navê Husên Tirabî li tipa 6 û Elî Feramerzî li tîpa 3 hatine darvekirin.
Li girtîgeha Urmiyê 5 zilam û 3 jin bi giştî 8 kes jî hatin darvekirin. Di şeva Çarşema 25’ê Îlonê de di saet 12.00’an de 8 kesên ku 3 jê jinin li girtîgeha Urmiyê hatin darvekirin. Navê wan kesan evin; Ayedîn Selamet, Firuz Medenî, Resul Kelhor, Behram Teberî û Ebdullah Qudsî ne.