13 xwendekarên Zanîngeha Selçuklu bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê û propagandaya rêxistinê kirine’ rastî 92 sal cezayê girtîgehê hatin. Xwendekarê bi navê Şahîn Atagun ku bereat kiriye, hate zanîn ku ji dibistanê hatiye avêtin.
Êrîşê rejîma AKP’ê ya li hemberî xwendekaran didome. Daraz û polîs bi hevre xwendekaran dikin girtîgehan. Niha 700 xwendekarên zanîngehê û nêzî hezar û 500 xwendekarên amadeyî di girtîgehan de ne. Herî dawî li 13 xwendekaran cezayên astronomîk hatin birîn.
Der barê 18 xwendekarên Zanîngeha Selçulku de ku yek ji wan girtîbû de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ne’, ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ doz li wan hate vekirin. Danişîn duh heta derengiya şevê berdewam kir. Xwendekarê girtî Hasan Dogan û yên negirtî tên darizandin Şahîn Atagun, Yusuf Yetîşkîn, Halîs Taş, Ramazan Turan û Serhat Eşiyok tevli danişînê bûn.
Parêzerên xwendekaran parastin kirin û piştî vê ne haber dan danişînê. Piştî vê dadgehê biryara xwe aşkera kir; Şahîn Atagun, Yusuf, Yetîşkîn, Halîs Taş, Ramazan Turan û Serhat Eşiyok beraat kirin. Li Hasan Dogan bi îdiaya endamê rêxistinê ye 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê. Dîsa bi heman îdiayê li Îbrahîm Borak 6 sal û 3 meh, li Nurullah Dogan 10 meh û Safet Kaya, Selamet Kayi, Mehmet Emîn Demîrdag, Salîh Akkaş, Abdulkerîm Alp, Metîn Kiliç, Onder Akbulut, Emrah Demîrtaş, Îdrîs Gok û Bahattîn Yildiz' jî bi îdiya ku endamê rêxistinê ne û propagandaya rêxistinê kirine ji her yekÊ re 7 sal û mehek ceza birîn.