Hukûmeta AKP’ê ji 2002 ve dema xwe ya herî bi rîsk dijî. Astengiyên hundir û derveyên li hemberî wê her ku diçin zêdetir dibin. Tabloya ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye diyarkirin, di nava raya giştî de nayê bawerkirin.
Ekonomîst Mustafa Sonmez ji ANF’ê re axivî û pêşbîniyên xwe yên der barê aboriya Tirkiyeyê û şert û mercên têde aşkere kir.
Sonmez ji bo hukûmeta AKP’ê got; “Di her aliyê de wenda dike” û ev tesbît kir; “Di polîtîkaya derve de fîyaskoyeke mezin heye. Êdî hat dîtin ku polîtîkayên tundiyê yên li hemberî muxalefetê tên karnaîn, şaş in. Hema bêje pirsgirêka Kurd xistine torbeyê û bi awayeke lezgîn bi destê Çîçek hin pêşniyarên naveroka wan vala anîn rojevê."
Sonmez ragihand ku rêjeya mezinbûnê ji sedî 9-10 daketiye ji sedî 4an û diyar kir ku sedema vê yekê jî dîsa bêkarî ye.
TABLOYA XIRAB TÊ VEŞARTIN
Sonmez diyar kir ku bi daneyên karkeran dileyîzin û bi vî awayî tabloya xirab a aboriyê vedişêrin û wiha berdewam kir; “Bi daneyên hinardeyê dileyîzin û dixwazin teng bikin. Ger aboriya YE’yê teng bibe ev yek dê ji bo Tirkiyeyê jî encamên xirab bi xwe re bîne.” Sonmez diyar kir ku di erdnîgariya BDT de Rûsya, Asyaya Navîn, Îran û Iraqê, bazarên herî mezin ên hinardeyê (îxrac) ne, lê di heman demê de ji ber polîtîkayên Tirkiye yên li hemberî Sûriyeyê, Tirkye tengav bûye. Ev yek bandor li Çînê jî dike.” Sonmez destnîşan kir ku li gorî daneyên nû, ji bilî qada çandiniyê, hejmara xebatkaran gihiştiye 19 milyon mirovan.
‘AKP GAP’Ê DIKE BIHANE, FONÊ BÊKARTIYÊ BI KAR TÎNE’
Sonmez bi bîr xist ku, “parastina bêkaran û piştgirîdana xebatê” erkê dewletê yê makezagonî ye, bi vê armancê bikaranîna Sîgortaya Bêkartiyê ku tê îdîakirin, ji ber ku ‘çikûs’ nêz dibe rexne dike. Li rexmê ku di rêjeya Fonê de ji 50 milyar TL’yî zêdetir kom bûye jî, hate gotin ku, ji vê ji 2,5 milyon bêkaran tenê derdorê 20 hezar bêkar mûçeyê digirin. Sozmez diyar kir ku, di 3 salên dawî de kombûnên ku di Fona Bêkartiyê ya di Hikumeta AKP’ê de, razemeniyên GAP’ê dike bihane û beşek yê wê rê dike butçeya navendî.
Sonmez got, “Tirkiyeya ku barê deynên wê yên derve gihiştiye 320 milyar dolaran, ji bo kapîtalîzma Tirkiyeyê rîska herî mezin, kêmbûna çavkaniyên derve û bilindbûna kurunê. Pereyê germ ketina hundir, di krediyên bankan de kêmbûn, dibe ku vê xeyalê xira bike.”
Sonmez bal kişand ser AKP’ya dixwaze aboriya xwe înşeatan li ser lingan bihêle û got; “Di rastiyê de balonek pif dide û dê rojekê biteqe.”
POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê HÊRSA BÊKARAN ZÊDE DIKE
Sonmez destnîşan kir ku polîtîkaya xirab a aboriyê ya AKP’ê di nava civakê de hêrsê û nefretê zêde dike û got; “2, 5 milyon bêkar hene, li gel vana 2 milyon kesên li kar digerin û bi giştî 4,5 bê karhene û hêrsa vana zêde dibe.” Sonmez diyar kir ku rejîma AKP’ê di warê siyaset, dîplomasî û aboriyê de daketine dijî.