Redhackê êrîşî Dadgeha Bilind kir

Redhackê êrîşî Dadgeha Bilind kir

Redhackê li dijî biryara beriya çend rojan ya Dadgeha Bilind ku di derbarê doza O.C ya rastî tecawiz û îstîsmara zayendî ya 34 kesan hatî dayî, bi têkbirina malperên înternetê yên Dadgeha Bilind bersiv dayê.

Di demjimêrên şevê de nekarîn xwe bigehînin her du malperan jî, her wiha li ser hesaba xwe ya twitterê daxuyaniyek da û ragihand ku, malperên Dadgeha Bilind têk birine.

Li aliyê din jî Wezareta Ragihandinê ku xwe amade dike artêşekî sîber çêbike, Redhackê êrîş bire ser malpera wan jî û demekê ew jî têk bir.