Aktîvîstên înternetê RedHack, piştî emniyetê vêcarê ketin nava TSK’ê û agahiyên personelên wan weşandin.
Hackerên Sor (RedHack) ku beriya niha ketibûn sîstema miduriyeta polîsan û lîsteya sîxuran weşandibû. RedHack ji bo protesto kirina zextan êrîşî gelek malperên dewletê kiribûn û xwegihandina malperan qut kiribû, vê carê jî ket nava TSK’ê.
Kom keta pêşkêşvanên TSK’ê û agahiyên personelên wan weşand. Di belgeyên li ser navê “2’MÎN TÛG.KOMD. 3’MÎN KOMD.TB. 1’MÎN KOMD BL.” Û “ FERMANDARIYA HÊZA BEJAHÎ YA T.C’Ê, 2’MÎN FERMANDARIYA TÛGAYA KOMANDO” de kunyeyên segvanan cih digirin.
RedHack’ê di hesaba xwe ya Twitterê de ragihand ku “Em ji leşkerên xwe re pêşniyar dikin ku bi kunye û hwd bi xwe ve nekin ji xwe navê wan di înternetê de digere, weke din jî behsa tetbîqatên sîber dikin, eybe” twîtek îronîk avêtin.
RedHack diyarkir ku, “Hemû agahiyên segvan û sûbayan heya dayîkbûna wan ji derve ne. Em dê sibe hinek agahiyên din jî biweşînin.” RedHack weke din aşkera kir ku, “Dema ku em ketin TSK’ê çawa ku me belge jê kêşan, em dikarîn lê bar jî bikin. Weke din me got em temaşeyî faîlên Roboskiyê bikin.”
Aktîvîstên înternetê ev agahî li ser vê adresê weşandin:
https://docs.google.com/spreadsheet/ccc?key=0AmM822t1GPUadHdfQU1rQWNGRDFqZHNPVkNhLTdibVE#gid=0
http://www.megafileupload.com/en/file/354932/TMK-xlsx.html