Koma çalakên înternetê RedHack ya ku bi çalakiyên xwe yên siyasî yên li hemberî rejîma AKP’ê her tim tê rojevê, daxuyaniyek der barê koma nijadperestên Tirk a ku navê “Anonymous” bi kar tîne û êrîşê malperên Kurdan û muxalîfan dike de daxuyaniyek da û vê yekê weke “polulîst”, “şovenîst” û “dizên kedê” bi nav kir.
RedHack a ku di sala 1997’ê de hat avakirin, der barê koma navê Anonymous bi kar tîne û êrîşê malperên Kurdan û muxalîfên Tirkiyeyê dikin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya di malpera “Nûçe û parvekirinên şoreşgerî” “kizilyildiz.org de hat weşandin de ev êrîş hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku tu têkiliya vê komê bi Anonmymousa rastîn re tune ye.
RedHackê ragihand “artêşa sîber a bindestan” Redhackê ji sala 2005 ve bi Anonymousê re di nava têkiliyan de ye û da zanîn ku baskê çalak ê Anonymous ê li Tirkiyeyê ew bi xwe ne.
RedHack got; “Ne weke tê zanîne, ne Anonymous alîkarî dide, em alîkarî didin wan, hema di her firsendê de. Ji ber em bi xwe di heman demê de Anonymous in” û wiha berdewam kir; “koma ku navê (@AnonsTurkey) bi kar tîne, tu têkiliya wê bi Anonymousê re tune ye.”
Redhack got; “Li hemberî van hemû diziya kedê me hewl da ku em rêgezên hackertiyê biparêzin” û bal kişand ser êrîşên vê komê yên li hemberî malperên muxalîf û Kurdan. RedHack da zanîn ku di çarçoveya polîtîkayên dewletê de, dixwazin bira bi bira bidin şkandin û destnîşan kir ku bi dDosê êrîşê malperên “birayê me Kurdan” ên sîstema wan lewaz dikin û ji bo vê yekê jî PKK’ê dikin hincet. RedHack da zanîn ku tenê armancek a wan heye dixwazin bibin rojev û bi hinceta PKK’ê birayan bi hev bidin şkandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewlet û AKP’ê xwest navê Anonymous bi kar bîne û wê weke dijmin nîşan bide.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Divê hack, ji hackeran re were hiştin, ne ji bo rezîlên serserî û dijminên sosyalîzmê û tenê li pey û nav û dengê xwe. Em ê destûr nedin ergenus lamerusên ku Anonymousê bi kar tînin! Anonymous a me ye, a gel e, kesên ku wê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tînin, her tim dê me li hemberî xwe bibînin.”