Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kir
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kirine.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kirine.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku Rêber Apo û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kirine.
Di daxuyaniya li ser platforma X ya medyaya dijîtal de hate diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya malbat û parêzeran de pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê, Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan û biraziyê xwe Alî Ocalan re hevdîtin kiriye.
Hate ragihandin ku parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî beşdarî hevdîtinê bûne.
Hate diyarkirin ku Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak û Ergîn Atabey ên ku bi Rêber Apo re li Îmraliyê girtî ne, bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kirine.