Hikûmeta AKP’ê ku 21 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe, polîtîkayên xwe li ser tunebûna Kurdan ava dike û polîtîkayên xwe yên li ser têkoşîn û berxwedana Kurdan, veguherandin propagandaya “Têkoşîna li dijî terorê” û ji bo dengên neteweperestên Tirk ji xwe re razemeniya ji bo hilbijartinan. Erdogan ku gava hat Amedê, got “Me pirsgirêka Kurd çareser kir”, gava çû rojava, got, “Me, Kurd qedandin” û deng xwestin. Mirov ku li dîroka qetlîamê ya bi 21 salan a AKP’ê dinihêre, mirov dibîne ku piştî kirina qetlîamê, hikûmetê pêşî spasiya hêzên ewlehiyê kiriye, bi pişt re biryara veşarîbûnê daye ser û veşartiye. Qetlîamên Roboskî û Cizîrê hatin veşartin û hat îdiakirin ku DAÎŞ’ê qetlîamên Pirsûsê û Gara Enqereyê kirine.
KUŞTINA ÛGÛR KAYMAZ: 2 TERORÎST HATIN KUŞTIN
21’ê Mijdara sala 2004’an polîsan li ber mala wan a li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, gule li Ûgûr Kaymazê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz reşandin û kuştin. Walîtiya Mêrdînê, daxuyanî da û got ku du terorîst di pevçûnê de hatine kuştin.
‘ÇI JIN, ÇI JÎ ZAROK, YA PÊWÎST HAT KIRIN’
24’ê Adara sala 2006’an ku di operasyona leşkerî ya li TSK’ê ya li Mûşê de, 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatin kuştin û merasîma cenaze ji bo 6 gerîlayên HPG’ê li Amedê hat kirin û bi şûn de, polîsan mudaxeleyî merasîmê kir. Piştî bûyeran ku zû bi zû li hemû bajêr û bajarên herêmê belav bûn, li Amedê, 5 jê zarok 10, li Mêrdînê û Êlihê 1, bi gule û bombeyên gazê ku polîsan bi kar anîn, jiyana xwe ji dest da.
Serokwezîrê hingê Recep Tayyîp Erdogani li qetlîaman bû xwedî û got: “Çi jin, çi jî zarok, ya pêwist wê bê kirin.”
QETLÎAMA ROBOSKIYÊ
Bi operasyona TSK’ê, 28’ê Çileya sala 2011’an, 17 jê zarok, 34 gundiyên Kurd bi balafirên leşkerî yên F-16 hatin qetilkirin. Serokwezîrê hingê Erdogan bû. Ji ber operasyonê, Erdogan, spasiya Serokê Giştî yê Artêşa Dewleta Tirk Îlker Başbûg kir.
LI CIZÎRÊ QETLÎAM Û KOÇBERÎ
14’ê Çileya sala 2015’an, di dorpêça li Cizîrê de ku sê mehan li ber xwe da, ciwan, jin û zarok jî di nav de nêzîkî 300 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Bi hezaran xaniyan zirar dît û bi deh hezaran mirov bûn koçber.
HATAY-REYHANLI: 52 KES HATIN QETILKIRIN
11’ê Gulana sala 2013’an li Reyhanliyê ku navçeyeke Hatayê ye, bi du wesayîtên bombe lê hatibûn barkirin, êrîş hat kirin. 52 kesan jiyana xwe ji dest da.
BI BOMBEYAN ÊRÎŞÎ MÎTÎNGA HDP’Ê KIRIN
7’ê Hezîrana sala 2015’an, ji hilbijartinên giştî re man du roj, li mîtînga HDP’ê ya Amedê ku Selahattîn Demîrtaş tev lê bû, bombe hatin teqandin. 5 kesan jiyana xwe ji dest da, zêdeyî 400 kes birîndar bûn.
LI PÎRSÛSÊ BI BOMBEYAN ÊRÎŞÎ AKTÎVÎSTAN HAT KIRIN
20’ê Tîrmeha sala 2015’an, ciwanên ji bo alav û amûrên ji bo alîkariya mirovî bibin Kobanê, li navçeyê li hev civiyan, rû bi rûyê êrîşeke xwekujiyê ya bi bombe bûn. Di encama êrîşa xwekujî ya bi bombe ya DAÎŞ’ê de ku AKP’ê bû piştgir, 33 aktîvîstan jiyana xwe ji dest da.
LI ENQEREYÊ BOMBE TEQIYAN, POLÎSAN MUDAXELEYÎ BIRÎNDARAN KIR
Piştî qetlîama Pirsûsê li Enqereyê qetlîameke mezin çêbû. Du xwekujên DAÎŞ’î yên bi bombe, 10’ê Cotmeha sala 2015’an li Qada Garê ya Enqereyê êrîş bir ser mîtînga aştiyê. Qetlîama xwekujiya bi bombe ya herî mezin a li Tirkiyeyê çêbû. 103 aştîxwaz hatin qetilkirin. Gava qetlîamê polîsan midaxeleyê birîndaran kir.
QETILKIRINA ELÇÎ Û KÛRKÛT
28’ê Mijdara sala 2015’an qetilkirina Seroka Baroya Amedê li ber Minareya Çarlingî ya dîrokî û di Newroza sala 2017’an de ji aliyê polîsan ve kuştina Kemal Kûrkût ê xwendekarê zanîngehê, tê payîn ku eşkere bibin, AKP’ê ser girt û biryara nepenîbûnê da ser û weşana li ser qedexe kir.
LI DÎLOKÊ LI TAXA KURDAN QETLÎAM
20’ê Tebaxa sala 2016’an li Şahînbeyê ku navçeyeke Dîlokê ye, cardin xwekujekê bombeyî êrîşê daweta Kurdan kir. Bi piranî jin û zarok, 59 kesan jiyana xwe ji dest da. Hikûmeta AKP’ê, di van hemû qetlîam û bûyeran de, ji roja pêşîn ve biryara nepenîbûnê da ser, weşan qedexe kir. Rastî ji civakê veşart. Têkildarê van hemû qetlîaman, HDP’ê gelek caran pirsname dan Meclisê. Hemû pirsnameyên ku HDP’ê dan, hatin redkirin.