Pêşniyara ji bo rakirina Dadgeyên Raye Taybet ên Tirk, ku di van demên dawiyê de di rojevê de ye pêşkêşê meclîsê hate kirin. Lê dê li şûna wezîfeya Dadgehên Raye Taybet (OYM), dadgehên “terorê” bêne avakirin.
Rastiya li pişt rakirina Dadgehên Raye Taybet aşkere bû. Li gorî pêşniyar AKP’ê heta OYM heta dosyayên di destê xwe de bi encam nekin, dê hebûna xwe berdewam bikin. Li şûna OYM’yan jî dê dadgehên “terorê” yên di çarçoveya Qanûna li Têkoşîna li dijî Terorê (TMK/ TMY) de tevdigere, bên danîn.
Li gorî pêşnûmeya AKP’ê der barê OMY’yan de daye, raye û hejmara 8 OMY’yên li gelemperiya Tirkiyeyê hatin zêdekirin. Li gorî pêşnûmeyê, dê ji bo dadgehên ku nû bêne avakirin, serok û endamên komîsyona edaletê ya darazê li dadgehên din neyên peywirdarkirin.
Di pêşnûmeyeke din de jî tê gotin ku h eta OMY dosyayên di destê xwe de neqedîne û negihîne encamekê, dê neyên rakirin. Bi vî awayî doza KCK’ê jî dê ji aliyê OMY’yan ve were birêvebirin.
Li gorî sererastkirina ji aliyê AKP’ê ve, dadgehên cezayê giran ên hermî dê di çarçoveya TMY’yê de bêne avakirin. Dadger û dozgerên ji bo sucên di çarçoveya TMY’yê de dê ji aliyê HSYK’ê ve bên peywirdarkirin û li tu cihek din karek din nakin.