Rapora Komîsyona NY: Qirkirina li dijî Êzîdiyan bê nasîn

Di raportê de hat diyarkirin ku DAIŞ’ê qirkirina Êzîdiyan kiriye hedef, agahî hate dayîn ku tevî piranî hatine rizgarkirin jî hê jî 3 hezar û 200 keçên Êzidî di destê çeteyan de ne.

Raporta komîsyona lêkolînê ya ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNHRC) hate wezîfedarkirin, li Cinêwê hate ragihandin. Di raportê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê pêkanînên qirkirinê li dijî Êzîdiyan bi kar anîne, bang li welatên endamên ku di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de cih digirin hate kirin ku ‘tevahî derfetên heyî bi kar bînin” û bi hezaran Êzidiyên dîlgirtî rizgar bikin.

 Di raportê de hat diyarkirin ku DAIŞ’ê qirkirina Êzîdiyan kiriye hedef, agahî hate dayîn ku tevî piranî hatine rizgarkirin jî hê jî 3 hezar û 200 keçên Êzidî di destê çeteyan de ne. Di raportê de bal hat kişandin ku zextên guhertina olê û ji bo DAIŞ’ê şerkirinê li jinan tê kirin, hate eşkerekirin ku piştî qetlîama li Şengal û derdora wê jî hejmara mêrên ku dîl ketine an jî hatine rizgarkirin nehatiye zelalkirin.

‘DAIŞ’Ê ZILMEK BÊHEMPA KIR’

Di raporta ÛNHRC’ê de hate destnîşankirin ku çeteyan wek gelek kêmnetewan, hewl dane bi qetlîam, koletiya cinsî û êşkenceyê Kurdên Êzîdî ‘tine bikin’, wiha hate gotin: “DAIŞ’ê li dijî her jin, zarok û mêrên Êzîdî yên dil girtin, zilmek (cenewartiyek) bêhempa kir.”

Di raportê de têkîldarî şertên dîlgirtinê û koletiyê yên ku çete li dijî keçan dike jî ev hatin gotin: “Keçên Êzidî her tim tên firotin. Di navbera endamên DAIŞ’ê de wek diyarî tên dayîn.” Di raportê de hate bibîrxistin ku jinên ji zilma çeteyên DAIŞ’ê reviyane jî di îfadeyên xwe de beyan kirine ku ‘çeteyan destavêjî kirine’.

Di raportê de her wiha, hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê Êzîdiyan wek ‘îbadetê ji şeytan re dikin’ dibînin û yên ola Îslamê jî qebûl nakin qetil kirine. Di raportê de ev îfadeyê jî cih girt: “DAIŞ, zarokên temenê xwe 12 salî û mezintir ji malbatan qut kirin û yên olê Îslamê jî qebûl nekirin kuştin.”

BANGA ‘BI TEVAHÎ DERFETAN RIZGAR BIKIN’

Di raportê de bang li welatên endamên ku di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de cih digirin hate kirin ku ‘tevahî derfetên heyî bi kar bînin” û bi hezaran Êzidiyên dîlgirtî rizgar bikin.

Serokê Komîsyona Lêkolînê Paûlo Pînheîro bang li Konseya Ewlehiyê ya NY kir, xwest ku qetlîamên li dijî Êzîdiyan wek ‘qirkirin’ bê nasîn.

Eger bê qebûlkirin, divê welatên endamên NY li dijî qirkirinên li hember Êzîdiyan tevdîtan bigire û sûcdaran ceza bike.