Rapora Girîtgeha Rihayê : Berpirs hikûmet e

Rapora Girîtgeha Rihayê : Berpirs hikûmet e

KESK, DÎSK, ÇHD, ÎHD, TTB, MAZLUMDER û TÎHV'ê piştî 13 girtiyan li Girtîgeha Rihayê hatin qetilirin rapor amade kirin û anîn ziman ku ber pirsiyarê qetilkirinê Wezareta Dadê û vîna siyasî ye.

KESK, DÎSK, ÇHD, ÎHD, TTB, MAZLUMDER û TÎHV'ê rapora têkildarî 13 girtiyên li Girtîgeha Rihayê di şewatê de hatin qetilkirin ji ber Kizilay YKM'ê heta ber Wezareta Dadê meşiyan û aşkera kirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, Rêveberên Rêxistina BDP'ê yê Enqere û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî meşê bûn. Di meşê de pankrata "Bila girtîgeh nebin mala mirinê" hate vekirin û dirûşimên"Rûmeta mirovahiyê dê îşkencyê têk bibe" û "Bila girtîgeh hilweşin girtî azad bibin" hatin berzkirin.

Li ser navê sazî û rêxistinên sivîl Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rapor xwend, diyar kir ku heyeta wan a ku dixwastin li girtgehê lêkolînê bike ji aliyê Wezareta Dadê ve destûr neda û wiha got: "Ev rapor ji ber şewata di 16 û 17'ê hezîrana 2012'an de li Girtîgeha Rihayê derket ji îfadeyên şahid û xizmên girtiyan pek tê. Li gel vê yekê kanata heyetê jî cih digire." Turkdogan, anî ziman ku di raporê de li gel îfadeyên xizmê girtina, îfadeyên girtiyên ên bûne şahidên bûyerê û gotinên Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî cih digirin.

Turkdogan, da zanîn ku li gorî îfadeyên şahidan û xizmên girtiyan û çavdêriya heyetê rêveberiya girtîgehê dereng mudaxele li şewatê kir. Di raporê de hate gotin ku li gel çend sal in têkildarî girtîgehê de hişyarî hatin kirin lê tu careserî pêk nehatin û berpirsiyarê mirina Wezareta Dadê û vîna siyasî ye.

PÊŞNIYAR

Di raporê de ji bo çareseriyê ev pêşniyar hatin kirin: "Li şuna girtîgehên nû, CÎY û CMK sererastkirin bila bê kirin. Divê şertên girtigehan bên başkirin. Divê dest ji rejîma înfazê ya giran bê berdan, girtin bê asta îstîsnaî, serbest berdana bi kontrolî hêj bêtir bê berfirehkirin. Di darizandinê de dest ji cudahiya edlî û siyasî bê berdan û pêvajoya înfazê bê kirinkirin. Protokola hilbijêrî ya di peymana li dijî îşkenceyê ji aliyê mekanîzmeyake bêalî ve bê avakirin. Divê girtîgeh ji rêxistinên sivîl ve bê vekirin û kontrol bikin. Ji ber bûyerên girtigahan divê lêpirsîneke bê hêz bê destpêkirin û astengiyên li hemberî lêpirsînan bên rakirin."

BERPIRS HIKÛMET E

Piştî xwendina raporê Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî bal kişand ser îşkenceyên li girtîgehan pêk tên û wiha got: "Di hiqûqa navxweşî û navneteweyî de berpirsiyariya girtiyan a dewletê ye. Bêdengiya Wezaret Dadê bu sedema mirina 13 mirovên me. Berpirsiyar Wezaretê Dadê, hikûmet û Serokwezîr e" Li ser navê MAZLUMDER'ê jî mexdurê 12'ê Îlonê Abdulrahîm Semahî jî axivî û wiha got: "Li Girtîgeha Amedê havînê baçe dihatin girtin û kalorîfer dihatin vekirin. Îro jî mirovn rojê bi saetekê bi avê îdare dikin. Li Deşta Harranê germaniyên cehennemê pêk tên."