Ramana statuya Kurdan li Ewropayê bi cih bû

Ramana statuya Kurdan li Ewropayê bi cih bû

Li Ewropayê krîza aboriyê her ku diçe kûr dibe. Di demek wiha de, partiyên sosyal-demokrat bandora xwe zêde dikin. Sosyalîstên di hukûmetên 6 welatan de cih digirin, ji bo rê li b er guhertinek ji binî ve vekin, xwe amade dikin ku nunertiya xwe ya di Konseya Ewropa û Parlemetoya Ewropayê de zêde bikin.

Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) di 28-29’ê îlonê de li Brukselê kongreya xe pêk anî. PES her sal carekê kongreya xwe pêk tîne. Di kongreya îsal de mijarên weke têkoşîna li dijî krîza aborî, pêşxistina demokrasiyê, parastina nirxên sosyalîst, piştevanî û xweşbîniyê hatin gotûbêjkirin. Ji bo serokatiy PES’ê Sergei Stanishev ê ji Bûlgarîstanê hat hilbijartin. Konseya Serokatiyê ya PES’ê ya ji 28 kesan hate hilbijartin û nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyyû Dorû jî divê de cih digire. BDP û CHP bi statuya komele beşdar bûn. Statuya her du partiyan di kongreyan de wekhev e.

BDP BÛ ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA PES’Ê

Niha, PES bi rêya hilbijartinan li Parlementoya Ewropayê nunertiya xwe heye, di Konseya Ewropa û Desteya Wezîran de, di asta hukûmetan nunertiya wê tê kirin. Li gel vê jî komîteyên herêmî jî têde cih digirin. Gelek komîserên Komîsyona Ewropayê jî endamên PES’ê ne. Serokê Komîsyona Ewropayê Martin Schulz jî endamê Konseya Serokatiya PES’ê ye û bi heman awayî Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyyûp Dorû jî di vê konseyê de cih digire.

Tevî Franse, hukûmetên 6 welatan endamên PES’ê ne. Bi taybet xwe ji dixwazin li Almanya û Îtalyayê di hilbijartinên 2014 de hukûmetan bi dest bixin.

PIŞTGIRÎ DIDIN ENDAMTIYA TIRKIYEYÊ

Gelo dê helwesta demokratên soslayîst ên ku bandora xwe li Ewropayê zêde dikin, li hemberî Kurdan û Tirkiyeyê çawa be? Bi ya Endamê Konseya Serokatiya PES’ê û Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyyûp Dorû dê di meên pêş de di siyaseta Ewropayê de bi taybet jî di Konseya Ewropayê de guhertinên nû çêbibiin.

BDP ev du sal in bi awayeke rêkûpêk beşdarî civînên Konseya Serokatiya PES’ê yên li Brukselê dibin. Di van civînan de her endamek rewşa welatê xwe vedibêje û nêrînên xwe parve dike. Di rojeva Kurdan de jî Kurd hene. Dorû dibêje; “Em jî di van civînana de pêşketin û rewşa dawî ya li Kurdistanê, rewşa her çar parçeyên Kurdistanê tînin rojevê. Em nêrîna BDP’ê ya li hemberî pirsgirêkan û nêzîkatiya wê ya li krîza li Rojhilata Navîn tînin rojevê.

Sosyal-demokrat ên di nava hukûmet û saziyên Ewropayê de berûvajiyê hukûmetên Sarkozy-Merkelê piştgiriyê didin emdamtiya Tirkiyeyê ya bo YE’yê. Dorû nêzîkatiya PES’ê li hemberî Tirkiyeyê wiha dinirxîne: “Vana ji niha ve bernameyek pêş xistine. Dê piştgirî bidin endamtiya Tirkiyeyê bo YE’yê. “

PIRSGIRÊKA KURD DI RÊJA PÊŞ ÊN MIJARÊN PES’Ê DE YE

Dorû bi bîr xist ku bi taybet li Franseyê hukûmeta sosyal-demokrat bi ser ket û ev yek li welatên din ên Ewropayê belav dibin û ev yek dê rê li ber guhertina polîtîkayên YE’yê bikin. Dorû diyar kir ku dê nêrîna YE li hemberî pirsgirêka Kurd jî bi guhere.

PES’ê di xebatên xwe yên havîna sala par de pirsgirêka Kurd xist nava mijarên xwe yên destpêkê. Ji bo şopandina Doza KCK’ê ya li Amedê heyetek mezin şand. Di sala 2011 de yekem car heyetek ku nunertiya hemû partiyên PES’ê dikir hate Amedê. Dorû destnîşan dike ku PES’ê pirsgirêka kurd xist nava mijarên xwe yên sereke de û diyar dike ev bi xwe “naskirin” e û dibêje; “Ev bi serê xwe tê wateya naskirinê. Ji bo vê divê xebatên zêdetir bêne kirin.”

Gelo dê ji bo pirsgirêka Kurd bernameyek çawa hebe? Dorû wiha dibersivîne; “Di demên pêş de PES xwe amade dike ku bernameyek xebatê pêk bîne. Dixwazin ji bo pirsgirêkên di navbera BDP û CHP’ê de û bi taybet jî pirsgirêka Kurd plan-bernameyek amade bikin. Ji bo vê yekê jî dê xebatên BDP’ê diyarker be.”

RAMANA STATUYA KURDAN CIHÊ XWE KIR

Lê heta niha bernameyek diyar tune. Bi ya Dorû, di nava salê de ev xebatên bi vî awayî dê zêdetir berfireh bibin. Dorû dibêje; “Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz jî endamê Dîwana me ya Serokatiyê ye. Di demên pêş de dê hewl bê dayîn ku înîsiyatîfê werbigire. Ew bi xwe jî beriya niha çû Enqereyê û nêrînên xwe yên ji bo pirsgirêka Kurd bi aşkereyî anî zimên. Di PES’ê de êdî nêrînek wiha zelal heye: Çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalogên bi PKK’ê re pêk tê. Tirkiye ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike, neçar e ku bi PKK’ê re hevdîtinan bike. Ev yek bi aşkereyî tînin ziman.”

Dorû ev nirxandina balkêş dike; “Bi xêra têkoşîna gelê Kurd dimeşîne, di asta saziyên YE’yê de êdî tê diyarkirin ku ne mumkun e ku di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Kurd bê statu bêne hiştin. Ev nêrîn êdî cihê xwe kiriye.”

LI FRANSEYÊ GUHERTINEK CIDÎ TUNE YE

Li Franseya ku Partiya Sosyalîst bû desthilat, heta niha di nêzîkatiyên li hemberî Kurdan de tu guhertinek çênebûye. Bi taybet hevkariya li dijî PKK’ê ya di navbera hukûmeta Sarkozy û Enqereyê de hatibû îmzekirin, nehate betalkirin. Operasyonên li dijî Kurdan didomin û têkiliyên Franse yên siyasî û aborî yên bi rejîma Tirk re didomin. Hukûmeta Sosyalîst a Franse tu rexneyek li binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê nekiriye. Ango hukûmeta nû têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser xeta Sarkozy dimeşîne.

Eyyûp Dorû dibêje; “di polîtîkayên dewletê de guhertinek ciddî tune” û diyar kir ku ew di hevdîtinên bi wekîl û rayedarên Partiya Sosyalîst re pêk tînin de dibêjin ku divê poltîkayên Sarkozy êdî biguherin û rastiya Kurdan were dîtin. Dorû got; “Lê em tu guhertinek ciddî nabînin. Ev yek dê xwe di demên pêş de zêdetir nîşan bide. Dorû diyar kir ku Sekreterê Giştî yê PES’ê Philip Cordery ê ku piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan, di komîsyan derve ya Parlementoya Franseyê de ye.

Dorû dide diyarkirin ku têkoşîna dîplomatîk dê demek dirêj bidome û dibêje; “Ev tiştane di rojekê, di mehekê, di pênç mehan de naguherin.”