Rojnamevan-nivîskar û rexnegerê çapemeniyê Ragip Dûran nerazîbûn nîşanî helwesta nûçegihaniya çapemeniya Tirk a li hemberî teqîna li Dîlokê da. Dûran got; “Çapemenî, bi vê helwesta xwe heqaretek mezin li rastiya ku ew bi xwe berpirse, xwendevan û pîşeya xwe dike.” Çapemenî li şûna lêkolîna bûyerê, rola fonksiyonên îdeolojîk ên li hemberî bûyerê girtiye.
Ligel ku teqîna li Dîlokê pêk hat û di encamê de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn, çapemeniya tirk beriya rayedaran bûyerê avêt stûyê PKK’ê. Ev hefteyeke çapemenî di çarçoveya tiştên dewlet dibêjin de nûçeyên ji rastiyê dûr ji raya giştî re radigihîne. Gelek rojnamevan li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan didin.
ÇAPEMENIYA SERDEST YEK ALÎ YE
Ragip Dûran ji ANF2ê re axivî û helwesta çapemeniya Tirk a li hemberî bûyera li Dîlokê rexne kir: “Gava çapemenî lihevnekirinekê, bûyerekê bike nûçe, divê beriya her tiştê mafê axaftinê bide her du aliyan. Mînak di BBC de qûralek heye. Ger nêrîn ji aliyekê neyê (nekare bê) girtin nûçeyê naweşîne. Lê ya me, çapemeniya serdest, ji ber ku ew bi xwe jî alîgir e, bi feraseta “Em û ew” nêzîk dibe. Li şûna ku nûçe biweşîne, hewl dide ku aliyê xwe mafdar derbixe. Ev yek jî dengê aliyekê dibire û ew tune tê hesibandin."
'GER ÇAPEMENIYA TIRK JI XWE BAWER BÛYA, DÊ BI RAYEDARÊN PKK’Ê RE BIKETIBA TÊKILIYÊ'
Dûran destnîşan kir ku çapemeniya Tirk ne çend roj piştî bûyera Dîlokê, lê hema di kêliya bûyerê de PKK’ê ‘sucdar’ nîşan da û got; “Peywir û fonksiyona çapemeniya Tirk ne lêkolînkirina bûyerê û nûçeçêkirin e, rola ew ê ew e ku bûyeran di çarçoveya qalibên siyasî-bîrdozî de weke ku rast e belav bike ye. Ne texmîn, ne jî rastiyên şênber dinivîsin. Çapemeniya serdest a Tirk tişta ku di dil û hişê wan de ye dinivîsi."
Rexnegerê çapemeniyê Ragip Dûran bal kişand ku her çendî tu delîl, agahî û belgeyek tune ye, çapemeniyê PKK’ê weke “tawanbar” nîşan da û diyar kir ku ger gumanên li hemberî PKK’ê hebin, jixwe HPG’ê aşkere kir ku têkiliya wan bi bûyerê re tune ye, diviyabû bi rayedarên PKK’ê re biketibana têkiliyê. Dûran destnîşan kir ku çapemeniya Tirk tenê agahiyên ku Waliyê Dîlokê û rayedarên Tirk dane “ji xwe re bes dît” û ragihand ku tu têkiliya vê yekê bi rojnamevaniyê re tune ye. Dûran got; “Bersiva dewletê daye heye, bersiva PKK’ê tune ye.”
HEVKARIYA SUC A NÎV ZANEBÛN HEYE
Dûran got; “Çapemenî, bi vê helwesta xwe heqaretek mezin li rastiya ku ew bi xwe berpirse, xwendevan û pîşeya xwe dike. Bi taybet di mijara pirsgirêka Kurd de ji ber sedemên bîrdoziya serdest, nijadperest, mîlîtarîzm, nezanînî, tundîperestî û sedemên din, jixwe beşek mezin a xwendevanan ji ber kêmaniya kevneşopî/çanda rexnegerî zehmetiyê nadin ber xwe. Li vê derê hevkariyek nîv zanebûn a sucê heye. Ev yek li rastî tundiya di civakê de, dijminahiya Kurdan, nijadperestî yê bên. "
'ÇAPEMENIYA TIRK JI 1850 VE WIHA YE'
Dûran destnîşan kir ku çapemeniya Tirk ji dema borî heta îro xwedî heman pozîsyonê ye û bal kişand ku ev yek di dema AKP’ê de pêş ketiye. Dûran got;"Çapemeniya Tirk ji roja zayîna xwe ve ango ji sala 1850’yê ve her tim bûye fonksiyona siyaset, leşkerî, aborî û bîrdoziya desthilatiyê. Di dema AKP’ê de ber bi yekperestiyê ve çûye û li hemberî muxalîfan operasyonek a çewisandinê heye. ‘Tenê partiyek, çapemeniyek, nêrînek dixwazin’. Gelek desthilatiyan xwestin vê yekê bikin, lê tenê yek ji wan jî bi ser neketin.”