Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bîranîn

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Enqereyê di meha 87'an de li ber Gar a Enqereyê li hev kom bûn û gotin, "Dawiya dawî em ê bi ser bikevin."

Çeteyên DAÎŞ'ê di mitînga hêzên ked û demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an a li pêşiya Gar a Enqereyê bombe teqandin û komkujiyeke mezin pêk anîn. Komkujiya Gar a Enqereyê kete meha 87’an. Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) ji bo bîranîna 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li pêşiya Gar a Enqereyê merasîma bîranînê li dar xist. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê jî tev li bîranînê bû. Di bîranînê de pankarta ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser bû hate vekirin û beşdaran dirûşma '10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin' berz kirin.

Di serî de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre jî Seroka 10 Ekîm-DER’ê Mehtap Sakîncî Coşgun axivî û wiha got: “Yek ji malbatên 10’ê Ekîmê jî Sîbel Tekîn e. Tekîn, 87 meh in li vir qeydên dijîtal digirt, tevahiya karê hafizeya dijîtal wê li xwe girtibû, di vê pêvajoyê de belgefîlmên pir girîng çêkirîn û ji bo ku komkujî neyê jibîrkirin kedeke mezin da. Sîbel niha li benda edaletê ye.”

Bi domdarî Coşgun ev tişt anî ziman: “Dozên îdarî ji hêla Dadgeha Kargerî ya Bilind û dadgeha jor ve hatin redkirin. Ev 87 meh in 87 gav jî nehatine avêtin. Di pêvajoyeke wiha de yên mafdar wê bi ser kevin. Di dawiya dawî de serketin wê ya me be. Em îro li kolanan bi hev re piştevaniya hev dikin û bawer bikin wê ev bizava me vala neçe.”