QSD: Li Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir li Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir li Dêrazorê 4 çeteyên DAÎŞ’ê girtine.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi beşdarî û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ′ê yên li Dêrazor û Şedadê du operasyon pêk anîne.
Her du operasyon di 12 û 19′ê vê mehê de pêk hatin. Di encamê de 4 terorîstên ku amadekariya pêkanîna êrişên terorane ya li dijî bendên leşkerî û saziyên sivîl li herêmê dikirin, hatin girtin.
Di operasyonan ev çek û cebilxane hatine desteserkirin:
2 Kaleşnîkov
2 M4
3 Demançe
Tivingek
Kamerayek
Palaskayekî leşkerî
2Telefon
Gelek cebilxane hatine desteserkirin.