Axaftvanên beşdarî 5’emîn konferansa Dêrsimê ya ji aliyê Komên Kesk û Çepgirên Yekgirî yên PE’yê ve li Parlementoya Ewropa (PE) hat lidarxistin diyar kirin ku polîtkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd berdewam dikin û bang li dewleta Tirk kirin ku bi qirkirinê re bê rûberê hev.
Konferansa Qirkirina Dêrsimê careke din li Parlementoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka, Brukselê pêk hat. Axaftvanên beşdar bûn ku diyar kirin ku divê Tirkiye bi qirkirinan re rûber bibe.
Rûniştina şevê din a bi sernava “Aşkerekirina Rastiyan û Perspektîfên Siyasî yên ji bo Lihevhatinê” ya bi moderatoriya wê Hevseroka Komîsyona Parlementoya YE-Tirkiyeyê Helen Flautre kir. Panelîstên konferans jî Serokê Komîteya Lêkolînkirina Dêrsimê û Parlementerê AKP’ê yê Stenbolê Îsmaîl Aydin, Parlementerê CHP’ê Şafak Pavay û Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak bûn.
Hevseroka BDP’ê diyar kir ku di Komsîyona Daxwaznameyan a ji bo Dêrsimê de cih nedane partiya wan. Kişanak got; “Di komîsyonê de mafê nunertiya BDP’ê tuneye. Komîsyon heye, lê belê ji ber ji bo nunertiyê tenê kesek ji wan xwestine, ew jî nadin.”
ÊŞ HER KURD Û HER ELEWIYAN
Kişana destnîşan kirk u têkiliya Tirk û Sunî li ser esasê yek netew hatine avakirin û diyar kir ku hem Kurdan û hem jî Elewiyan ji ber Dêrsimê êşên mezin kişandine. Kişanak diyar kir ku wana piştî êş û janên 1938’ê jiyana xwe berdewam kiriye û destnîşan kir ku êşa herî mezin a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.
CÛDAHIYA MEZHEBÊ JI CÛDAHIYA OLÎ GIRANTIR E
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Şafak Pavey jî diyar kir ku cûdahiya mezheban ji cûdahiya olsan mezintir e û destnîşan kir ku ji ber wê jî Elewî bi qirkirin û komkujiyên çandî re rû bi rû dimînin.
DIVÊ TIRKIYE QIRKIRINÊ NAS BIKE Û LÊBORÎNÊ BIXWAZE
Seroka Înîstiyatîfa Li dijî Qirkirina Dêrsimê Ayfer Ber jî qirkirina Dêrsimê şiband qirkirin Cihûyan a li Almanyayê û got ku gelê Dêrsimê jî weke gelê Cihû ji ber cûdahiya bawerî û çanda xwe hat qetilkirin. Ber destnîşan kir ku divê Tirkiye lêborînê bixwaze, komkujiyê nas bike. Ber bal kişand ku di komkujiya Sêwasê de 33 û di komkujiya Roboskî de jî 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û got; “Em ê komkujiya Dêrsimê bibin Dadgeha Laheyê."
POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ DI DEWRÊ DE BÛN
Lêkolîner, nivîskar û Kurdologê Holandî Martin VAN Brunessen ragihand ku Qirkirina Dêrsimê beşek ji polîtîkayên Tirkkirinê yên dewleta Tirk bû û got; “Em dizanin ku zarokan malbatan bi zorê jê digirtin û dibirin didina malbatêndin. Piştî Qirkirina Ermeniyan, qirkirina herî mezin a Dêrsimê ye.”
Di beşa bi sernavê “Hiqûqa Navneteweyî, Pênaseyên Hiqûqî û Berpirsyartiyên Hiqûqî” de parêzer Erdal Dogan axivî û got ku binavkirina bûyerên li Dêrsimê weke Qirkirinê, helwestek mirovahî û exlaqî ye.
Alîkarê Serokê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Yusuf Alataş jî xwest dewlet berpirsyartiyên xwe yên li hemberî Qirkirina Dêrsimê pêk bîne.
Yek ji parêzerên ku Qirkirina Dêrsimê bir asta navneteweyî Prof. Barry Fisher jî got; “Ez beriya salekê jî li vir axivîm. Min aliyê navneteweyî yê bûyerê lê kola. Kurd niha bi şerek dijwartir re rû bi rû ne. Mirov bi qirkirina çandî re rû bi rû ne. Diavêjin girtîgehan.”
Fisher di axaftina xwe de got; “Li Tirkiyeyê şerek rêkûpêk heye. Ev şer ne bi dewletek din re, bi gelê wê bi xwe re ye. Dêrsim jî yek ji mînakên vê yeê ye.”