Qeyûmê li Wanê ji bo AKP'ê anketa hilbijartinê çêkir

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e, ji bo hilbijartinê anketek çêkir û 119 hezar û 180 TL lê xerc kir.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e, karên nelirê dewam dikin. Şaredariya bi serkêşiya qeyûm her wiha ji bo AKP'ê karên hilbijartinê dike. Şaredariya qeyûm ji bo AKP'ê li Wanê anketa hilblijartinê çêkir.

Şaredariyê ji bo amadekariya anketê 119 hezar û 180 TL pere xerc kir. Îhaleya anketê jî di berdêla wergirtina xizmeta bêîhaleyê de pêk hat. Encamên anketê nehate eşkerekirin û li gorî agahiyan radestî Serokatiya AKP'ê ya Wanê hatiye kirin.

Şaredariya qeyûm her wiha di çarçoveya 'çalakiyên ciwanan' ên çend roj berê de 100 bîsîklet kirî. Lê belê şaredariya qeyûm li şûna ku bîsîkletan ji kargehên bîsîkletan bikire, 238 hezar û 832 TL da şîrketa Înşaatê ya Akbaran û bi vî rengî kirî.