Qetlîamên dewleta Tirk li Romayê hate protestokirin
Li paytexta Îtalya Romayê êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne hate protestokirin.
Li paytexta Îtalya Romayê êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne hate protestokirin.
Li paytexta Îtalya Romayê, bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne li ber Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin.
Piştî wezîfedarê sefaretxaneyê derî vekir, ciwanan belavok avêtin ser polîsan. Polîsên Tirk ên li beramberî vê şaşomaşo man, gotin dizanin ku dewlet li Kurdistanê qetlîaman dike û ev qebûl kirin.
Li ber sefaretxaneyê jî pankarta “Ji bo rawestandina qetlîaman Tirkiyeyê boykot bike” hate vekirin.