Qetilkirina girtiyê nexweş Çabûk hat protestokirin

Platfroma Azadî ji bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, li ber Edliyeya Îzmîrê qetilkirina Suphan Çabûk di girtîgehê de, protesto kir.

Platforma Azadî ji bo Aysel û Tûglûk û Girtiyên Nexweş, qetilkirina girtiyê nexweş Suphan Çabûk li ber Edliyeya Îzmîrê protesto kir. Çabûk sala 2016’an li Amedê hatibû girtin û ji 16’ê Çileya sala 2020’î heta bi niha di Girtîgeha L ya Kalkandere ya Rîzeyê de bû. Di çalakiyê de pankartê li ser “Em ê bibin deng, çav û guhê nexweşên girtî“ nivîsandî hatin hildan û bêyî navber dirûşmên “Azadî ji bo girtiyên nexweş“ û “Suphan Çabûk nemir e“ hatin berzkirin.

Dîdar Gul a li ser navê platformê li ber edliyeyê daxuyanî da, anî ziman ku her roj ji girtîgehan cenaze dertên û diyar kir ku ew ê li dijî qetlîamê li xwestina azadiyê ji bo girtiyên nexweş dewam bikin. Gul, bi domdarî wiha got: “Di serî de Aysel Tûglûk nûnerên siyasî yên Kurdan dîl digirin û dikevin hewila kuştina wan di girtîgehan de. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê em bang li hemû Îzmîriyan dikin ku bi Kurdan re bin û nebin şirîkê vî sûcî. Duh, Suphan Çabûk di Girtîgeha L ya Kalkandere ya Rîzeyê de hat qetilkirin. Parêzerên wî berê astengkirina mafê dermanbûnê yê Suphan Çabûk kir rojev, ji bo protesto kirina Wezareta Edaletê ku amadehiya vê qetlîamê kir me çelenga reş danî. Ji bo girtiyekê nexweş ê din neyê qetilkirin em ê têkoşînê geş bikin.“

Endamên platformê, piştî daxuyaniyê, çelenga reş danî ber avahiya Edliyeya Îzmîrê.