Qedera Murteza Dag ji kêfa Saziya Tipa Edlî re ma
Qedera Murteza Dag ji kêfa Saziya Tipa Edlî re ma
Qedera Murteza Dag ji kêfa Saziya Tipa Edlî re ma
Girtiyê nexweş Murteza Dag ê xwedî rîska kansera xwînê ye, li qatê jêrî avahiyê di koxûşeke ku tav nadê, ji bo bijî li ber xwe dide. Dag li gel raporên nexweşxaneyê jî nayê berdan. Niha jî ji bo raproa tipa edlî li benda kêfa Saziya Tipa Edlî ye.
Murteza Dag ê di Kanûna 2007'an de hat girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya bi Hejmara 1 ya Tekîrdagê hat bicihkirin, bi îdîaya "beşdarî xwepêşandana korsan bûye" bi 13 sal û 6 mehan cezayê girtinê, hat cezakirin.
Malbat diyar dike ku gava Dag hat girtin, ti pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nebûn.
LI GIRTÎGEHÊ NEXWEŞ KET
Di tedawiya Dag ê di Tîrmeha 2012'an de derket revîrê, şiringa (enjektor) ku berê ji bo girtiyekî din hatibû bikaranîn, ji wî re jî hat bikaranîn. Piştî vê bûyerê guhekî Dag giran bû û ker bû, hin cihê bedena wî riziya.
DIBE KU BIBE KANSERA XWÎNÊ
Murteza Dag ê di nava 4 mehan de kîlo kêm kir, ji ber bêhaliyê ew rakirin Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêkolînê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Edîrne Trakya û teşhîsa "hemotolîk anemî" lê hat danîn. Doktoran hişyarî dan ku eger nexweşî lê giran bibe, dibe ku veguhere kansera xwînê.
Di Tebaxa 2012'an de xwîn lê hat zêdekirin û piştî tedawiyeke zehmet careke din ew li girtîgehê bicih kirin.
KET KOMAYÊ
Lê belê nexweşiya Dag careke din giran bû û di 2'ê Îlona 2013'an de destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê, dûre jî ew birin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Edîrne Trakyayê.
Dag ragkirin servîsa lezgîn û bi 10 unîteyan xwîn jê re hat dayîn. Lê belê ji ber ku bedena wî xwîn qebûl nekir, ket komayê. Dag ê ji ser hişê xwe çû, dema şiyar bû, malbata xwe nas nekir.
Dag ê li nexweşxaneyê tê dermankirin, li koxûşa mehkûman a li binê nexweşxaneyê cihê hewa û tav nadê, tê ragirtin.
Parêzerên Dag serî li Dozgeriya Tekîrdagê dan û xwestin cezayê wî paşve were xistin. Dozgeriyê rapora Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêkolîna Tenduristiyê ya Zanîngeha Trakyayê têrker nedît û xwest sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bê kirin.
PÊVAJOYA SAZIYA TIBA EDLÎ DÊ BIBE ÎŞKENCE
Lê belê, sewqa Dag li Saziya Tipa Edlî hînê nehatiye kirin. Parêzer diyar dikin ku pêvajoya veguhastina muwekîlê wan li Saziya Tipa Edlî dê bibe îşkence û gotin, "Ji bo mafê jiyanê yê muwekîl bê ewlekirin û were dermankirin, divê tavilê Murteza Dag cezayê wî bê taloqkirin."