Parêzerê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan Prz. Bekîr Benek, anî ziman ku şert û mercên Girtigeha Tîpa E ya Rihayê ji berê xirabtir bûne û wiha got: "Piştî ku 300 girtî hatin derxistin, şûna wan bi lezgîn tije kirin. Piştî ku saziyên sivîl yên civakî li girtîgehê lêkolîn kirin, şert û mercên girtîgehan dîsa xirabtir kirin.
Di 16'ê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê di koxuya siyasî de ji şer şert û mercên girtîgehê serhildan derket û 13 girtî di çalakiya şewatê de hatibûn qetilkirin. Nêzî 40 girtî jî birîndar bibûn. Piştî komkujiyê Wezîrê Dadê Sadullah Ergin li girtigehê lêlokîn kiribû û diyar kiribû ku dê wekî çareserî girtîgehên nû çêke. Piştî ziyareta Ergîn 300 girtiyên Rihayê sewqî girtîgehên derdorê hatibûn kirin. Parêzerê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan Prz. Bekîr Benek, anî ziman ku piştî komkujiyê û serhildana girtiyan şert û mercên girtîgehê nehatiye guhertin u dijberî wê xerabtir bûye. Piştî ku Wezîr Ergîn û saziyên sivîl ên civakî çûn li girtîgehê lêkolîn kirin her çend 300 girtî ji girtîgehê vala kirin jî li şûna 300 girtiyên hatin valakirin 300 girtiyên din sewqî Rihayê kirin.
Prz. Benek, anî ziman ku piştî çalakiyê şert û mercên girtîgehê bi destê rêveberên girtîgehê ji berê xerabtir bûye. Benek, anî ziman ku 300 girtî şandin girtîgehê derdorê, lê bi lezgîn 300 girtiyên din anîn Rihayê û pirsgirêk çareser nekirin. Benek, da zanîn ku pişti di aliyê hêjmarê de li girtîgehê valahiyek çêbû dîsa girtîgeh wekî berê tije kirin û niha şert û mercên li girtîgehê ji berê xerabtir in. Benek, da zanîn ku di şert û mercên girtîgehê de tu guhertin û başbûn çênebûy û ji berê xerabtir bûye.
Benek, da zanîn ku di hin weşanên çapemeniyê de hatiye diyarkirin ku Parlementerê BDP'ê ye Rihayê Îbrahîm Ayhan fermana îsyanê daye, lê di rastiya xwe de tiştekî wisa tune ye. Benek, da zanîn ku çapemenî aloziyê dike û ev nûçe ji rastiyê dûr e. Benek, destnîşan kir ku wan der barê wê nûçeyê de li dozgeriyê serlêdana sûç kirine.