Pisporê têkiliyên navnetweeyî û aşitîxwazê navdar ê cîhanê Prof. Norman Peach rewşa Rojavayê Kurdistanê û guhertina hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxand û got; "Ji destpêka krîza li Sûriyeyê û heta niha hemleyên Kurdan ên li Sûriyeyê pir baş bûn. Divê êdî cîhan qebûl bike ku statuya Kurdan guherî.”
Prof. Norman Peach yek ji zanyarên navdar û aşitîxwazên Almanyayê ye. Piştî ku di sala 2001 de welatê wî biryar da ku leşkeran bişîne Efxanîstanê, ji partiya SPD (Partiya Sosyal-Demokrat) îstîfa kir û derbasî Partiya Çepgir bû. Peach di salên 2005-2009 de bû endamê Meclîsa Federal a Almanyayê.
Prof. Peach êrîşa Îsraîlê ya li hemberî keştiya Mavî Marmara ya ku alîkariyê dibir Xezzeyê weke “êrîşek korsan” bi nav kir û ev yek li Almanyayê li rastî rexne û nerazîbûnan hat. Prof. Peach yek kesayetên ku Kurdan û pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne ye. Pêşketinên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand û îşaret bi wê yekê kir ku êdî statuya Kurdan a 100 salan guherî, Kurd êdî aktorek ê herêmê ne.
"HELWESTA DYA YA LI HEMBERÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NE ZELAL E"
Zanyarê Alman bal kişand ser sekn û helwesta Kurdan a li hemberî krîza li Sûriyeyê û têkoşîna Kurdan û diyar kir ku sekna Kurdan di cihê xwe ye û cihê pîrozkirinê ye. Prof. Peach got; "Kurdan ji roja pevçûnan dest pê kir û vir ve li aliyê muxalîfan cih negirtin û pozîsyoneke baş ji xwe re girtin. An ne, dê û tundî bigihiştiba herêma Kurdistanê jî. Di heman demê de mafên ku bi salan bûn nedikarîn di dema Esad de werbigirin, îro wergirtine."
Prof. Peach bidestxistina rêveberiyên bajaran a li Rojavayê Kurdistanê jî weke “biryarek di cihê xwe de” bi nav kir û û got; "Ger rejîma Esad hilweşe jî êdî stutuya Kurdan paş ve naçe. Kî li Sûriyeyê bibe serdest bila bibe, kîjan rêveberî be jî, neçar e ku destkeftiyên Kurdan qebûl bikin. Divê êdî cîhan weke Kurdistana Iraqê, ji rêveberiyek din a Kurdan re amade be."
Prof. Peach got ku Kurdan ji destpêkê ve pêngavên di cih de avêtine û hemleyên baş pêş xistine û der barê helwesta DYA’yê de jî got; “Niha DYA em nikarin bizanin bê dê DYA li Rojavayê Kurdistanê pozîsyoneke çawawa bigire. Lê niha ji bo mudaxeleya Tirkiyeyê ronahiya kesk vê naxe, ev ji bo Kurdan girîng .”
"DIVÊ ALMANYA PÊŞENGIYA TIRKIYEYÊ BIKE"
Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) ya ji 40 saziyan pêk tê, li Almanyayê bi dirûşima “Bila nasnameya Kurdan li Almanyayê bê nasîn” kampanyayek dest pê kiribûn û ev kampanya dê di 15’ê Cotmehê de bê rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê. Peach piştgiriyek tam da vê kampanyaya Kurdan û bal kişand ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rolek pir mezin dikeve ser milê Almanyayê.
Prof. Peach bal kişand ser israra Kurdan a ji bo kampanyayê û diyar kir ku ev yek pir girîng e û wiha domand; “Li Almanyayê piştî Tirkan, penaberên herî zêde Kurd li Almanyayê dijîn, heta niha Almanyayê mafê Kurdan nedaye, ev yek ji bo Almanyayê cihê şermê ye. Ger Almanya biryareke erênî ji bo Kurdan bide, ev yek dê ne tenê bandorê li zêdetirê milyonek Kurdên li Almanyayê bike, dê li Kurdên li Tirkiyeyê jî bike û dê pêşengiya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê jî bike."
Prof. Norman Peach xwest Almanya qanûna qedexekirina PKK’ê ya ji sala 1993’yê ve pêk tîne û bi vê yekê Kurd têne krîmînalîzekirin bê rakirin û got; “15’ê Cotmehê ji bo Almanyayê dê ezmûnek girîng be. Hêviya meew e ku hukûmeta Alman bi awayeke cidî nêvî van daxwazan bibe.”