Poyraz: Dewlet kujer diparêze
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de axivî û got dewlet kujer Onûr Gencer diparêze.
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê de axivî û got dewlet kujer Onûr Gencer diparêze.
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan dane destpêkirin di roja 124’emîn de li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bayraliya Îzmîrê piştgirî dan malbatên girtiyan.
Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser danişîna doza Denîz Poyraz ku kujer Onûr Gencer jê tê darizandin.
Dayika Denîz Poyraz, Fehîm Poyraz di Nobeta Edaletê de axivî û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane û nayên berdan, tavilê bên berdan. Fehîme Poyraz bal kişand ser Suphî Çabûk ê li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê hat qetilkirin û ew ê qet qebûl nekin ku cenaze ji girtîgehan derkevin.
Poyraz danişîna doza ku Onûr Gencer ji kuştina keça wê tê darizandin bi bîr xist û destnîşan kir ku kujer di dadgehê de heqaret li wan kiriye û got: “Di rûniştinê de bi zanebûn kujer di ber lawê min de derbas kirin. Li wir heqaret li kurê min kir. Polîsan gaza îsotê li eywana danişînê reşandin. Li pişta kujer dewlet heye. Ewqas rehet e, çimkî dizane dewlet li pişta wî ye û dewlet kujeran diparêze.”