Polîtîkayên hikûmeta Elman ên li dijî Kurdan wê di 1'ê Tîrmehê de bên şermezarkirin

KCDK-E, li hemberî polîtîkayên hikûmeta Elman ên krîmînalîzekirina Kurdan, wê di 1'ê Tîrmehê de li paytext Berlînê û li ber nûnertiyên Elmanya yên li gelek welatan, mîtîng û çalakiyan lidar bixe.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, hikûmeta Elman di oxira berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî yên bi dewleta faşîst a Tirk re, demokrasî, mafên mirovan, peymanên navneteweyî û nirxên mirovahiyê binpê kiriye û li dijî Kurdan polîtîkayekê dimeşîne.

KCDK-E got, "Dewleta Elmanya, ku ev sed sal in bi dewleta Tirk re di nava têkiliyê de ye, hevparê qirkirin û komkujiyên li gel û baweriyan hatine kirin e" û bibîr xist, ku di Qirkirina Ermenî-Asûrî ya sala 1915'an de leşkerên Elman şêwirmendî ji Osmaniyan re kirine.

QEDEXEYÊN SIYASÎ

Di daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Em dizanin gazên kîmyewî yên di komkujiya Helebçeyê de hatin bikaranîn, ji aliyê fîrmayên Elman ve hatine firotin. Piraniya panzer û çekên dewleta Tirk di salên 1990'î de ji bo valakirin û şewitandina gundên Kurdistanê û înfazkirina mirovan li naverastê, ji aliyê dewleta Elman ve ji mêtîngeriya Tirk re hatine dayîn" û hat ragihandin dewleta Elman ji bo desteka siyasî bide polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, di sala 1993'an de xebatên PKK'ê yên li Elmanyayê qedexe kir.

KCDK-E da zanîn, piştî vê biryarê sazî û komeleyên Kurd hatin girtin, bi hezaran Kurd hatin girtin, qedexeyên siyasî li ser wan hatin ferzkirin û hat gotin, "Meş û çalakî hatin qedexekirin. Bi kurtasî bi krîmînalîzekirina Kurdan ve pêşî li entegrasyona siyasî, civakî û aborî hat girtin.

Qedexekirina tevgereke mirovahiyê, ji aliyê gelek rewşenbîr, kesayet û saziyan ve hat rexnekirin. Van kesayetan daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê kirin û hînê jî di vî warî de di nava hewldanan de ne. Hikûmeta Elman daxwaza sazî û gelê xwe ji nedîtî ve tê û hînê destekê dide AKP a ku zêhniyeta DAIŞ'ê pê re heye."

KCDK-E bibîr xist, ku Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ji bo desteka siyasî bide hikûmeta AKP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûbû, beriya 1'ê Mijdarê Tirkiye ziyaret kir û bi vî rengî destekek vekirî da. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi bêdengiya li pêşberî komkujiyên dewleta AKP'ê li hemberî berxwedana xwerêveberiyê kir re, destek ji van komkujiyan re hatiye dayîn.

KCDK-E da zanîn, 11 siyasetmedarên Kurd ên ji ber polîtîkayên înkar û qetlîamker ên dewleta Tirk xwe li Elmanyayê girtine, ji aliyê dewleta Elman ve hatine girtin û hat gotin, "Ti sparteyeke hiqûqî ya girtina van siyasetmedarên Kurd nîne. Bi rêya van qedexeyan dixwazin pêşî li meş, mîtîng û festîvalên Kurdan bigirin û wan qedexe bikin."

KCDK-E diyar kir, li dijî van polîtîkayên Elmanyayê ew ê di 1'ê Tîrmehê de li hemû navendên Ewropayê, li ber nûnertiyên Elmanya yên li Awûstralya, Japonya, Kanada, Başûrê Amerîka, Başûrê Afrîka û DYA'yê çalakiyan lidar bixin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di van çalakiyan de wê li ser daxwazên xwe dosyayan pêşkêşî rayedaran bikin, li gelek welatan panel û konferansan lidar bixin û hat gotin, "Her wiha, tevî sazî û siyasetmedarên dostên Kurdan, ji bo agahdarkirina raya giştî li ser vê siyaseta hikûmeta Elmanya wê kampanyayên ji çalakiyên cihêreng bên meşandin. Di navbera 1'ê Tîrmehê û 1'ê Îlonê de li ber parlamenta Federal a Elmanya ya li paytext Berlînê, wê hefteyê 3 rojan li ser mijarê konê agahdarkirinê were vedan. Em bang li gelê Kurd, hemû şoreşger, demokrat û her kesên alîgirê biratiyê ne dikin, ku tevlî va çalakiyan bibin."