Li Girtîgeha Rihayê 13 gitiyan jiyana xwe ji dest dan û ev jî wekî komkujiyekê ye. Her wiha mînakên berê jî dema mirov tîne ber çavan ev djî rastiya polîtîkayên girtîgehê yên AKP’ê nîşan dade. Hikûmeta AKP’ê bi hincet û berjewendiyên siyasî bi hezara kes xistiye girtîgehan û ev ye jî tobloya dijî mirovahiyê ya qawişan derdixe holê. Tenê di navbera 2002- 2010’an de 226 kesî jiyana xwe ji dest da. Ligel vê di du salên dawî de jî rêjeya miriyan daneketiye.
DI 2 SALÊN PÊŞÎ YA AKP’Ê DE 50 MIRÎ
AKP ya ku di 2002’an de hate ser desthilatiyê û şûn de li girtîgehan ji ber sedemên cuda mirin çêbûn. Tenê îsal 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji vana 21 ji ber greva birçîbûn û rojiya mirinê bû. AKP ya ku li şûna şert û mercên girtiyan sererast bike, dibe temaşevan. Ligel AKP’ê rewşa nexweşên girtî jî paşguh kir û tedawiya 159 girtiyan hatibû astengkirin.
Di 2003’an de jî bipêkirina berdewam kir. îsal ku 11 kesî întîxar kir, kesekî bedena xwe da ber agir;3 kes hatin kuştin û 2 kesî jî ji ber grevan jiyana xwe ji dest da. Di sala 2003’an de 3 kes ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest da. Bi giştî hejmar amiryan gihişt 20’ê.
Di 2004’an de 11 kesî întîxar kir. dîsa xweşewitandin û rojiya mirinê jî berdwam kir. Bi vî awayî 7 kesan jiyana xwe ji dest da. Zilma hikûmetê li ser girtiyan her diçû zêde dibû. 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi gitşî hejmara miriya gihişt 32’an
BÎLANÇO GIRAN BÛ, DI WESAYÎTÊN RÎNGÊDE JÎ PÊK HATIN….
Bîlonçoya salê dawî girantir bû. Di navbera 2005-2006-2007-2008’an de 73 kesî ji ber sedemên ku dişibiyan yên berê jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2009’an de 36 kesan jiyana xwe ji dest da û sala pişt vê jî ev hejmar 35 bû.
Wesayîtên rîngan jî wekî girtîgehan mirin belav dikir. Sala borî 5 girtî dema ku ji girtîgehan Wanê dibirin girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê qeza çêbû û cendermeyan xwe rizgar kir lê girtî di wir de hatin hiştin. Mehmet Demîr, Akîf Kirinli, Îsmet Evîm, Abdulseddar Olmez û Sînan Aşka yê 18 salî k udi wesayîtê de şewitin.
RIHA NE ÎHMALE, TEMAŞEKIRINA MIRINÊ YE
Her dawî jî li Rihayê wehşeteke mezin li Rihayê qewimî. Ev jî berdewamiya wehşetên dine. Kapasiyeta girtîtgeha Rihayê ku 275 e ev hejmar gihişt 4 qatî. Girtiyên qawişa C-15 ev şert û mercên ku têde ne protesto kirin û di vê demê de rayedaran mudaxaleyê agirê ku derket nekirin.
Polîtîkayên girtîgehÊ yên hikûmeta AKP’ê wekî kevneşopiyekê didome. şert û mercên girtîgehê ji mirinan re vedixwîne. Tiştên ku li Rihayê qewimî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dewleta ku ji bo Mehmet Agar girtîgeheke taybet diecibîne, ji bo agirê ku li qawişê derket tu tiştek nekir!