Meha borî Weqfa Baran Tûrsûn raporek weşandibû. Li gorî raporê di 13 salan de 92 zarok, 70 jin û bi giştî 404 kesên sivîl ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Di raporê de bûyerên şerên bi çekdarî cih nagire.
PARASTINÊN POLÎSAN: ME PEYWIRA XWE BI CIH ANÎ
Li gorî polîsan ew bikaranîna çekê ya ku divê ‘gava dawîn’ be, ew bêyî fikar wekî ‘gava pêşîn’ pêk tînin. Di bûyer û êrîşan de dema ku piştre polîs tên darizandin, bi parastinên xwe de bêtir hincetên wekî ‘Me peywira xwe ya qanûnî pêk anî’ diyar dikin. Polîs ji dêvila ku kesên li hemberî xwe tevlî nav pêvajoya darizandinê bike û cezakirinê ji darizandinê re bihêle, kuştina kesan ji xwe re wekî ‘peywira qanûnî’ diyar dike.
Hin kesên ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin û di raporê de cih girtine, wisa ne:
*Ûgûr Kûrt, Stenbol, 26.05.2014: Li Cemxaneya Okmeydani dema li benda cenaze bû polîsan ew kuşt. Salek û 8 meh cezayê girtîgehê li polîs hate birîn, ev ceza piştre kirin cezayê pereyê edlî yê bi qasî 12 hezar û 10 lîrayê Tirk.
*Baran Tûrsûn, Îzmîr, 25.11.2007: Dema ku ji pîrozkirina rojbûnê vedigeriya, piştî ku polîsan 250 metre dûr jê re selektor kirin, polîsên li xaçerêka pêş gule lê reşand. Polîs piştre gotibû “Wesayîta Baran bi lez ji ber min derbas bû, ez ketim xwarê û çeka di destê min de jixweber teqiya. Min bi qestî tu kes nekuşt. Li gorî rayeya ku qanûnê daye min, ez tevgeriyam.” 2 sal û mehek ceza li polîs Oral Emre Atar hate birîn.
Dîlek Dogan, Stenbol, 25.10.2015: Li Taxa Armûtlû ya Stenbolê dema ku polîsan girtin ser malê bi çekê ew kuştin. Polîsê kujer di parastina xwe de got “Roja bûyerê ez ji herêma Rewşa Awarte hatibûm, gelekî westiyayî bûm. Min bi qestî tu kes nekuşt. Min peywira ku dewletê da min pêk anî.” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polîs hate birîn.
*Kemal Kûrkût, Amed, 21.03.2017: Li Amedê di pîrozbahiya Newrozê de piştî benda polîsan derbas kir, polîsan bi çekê ew kuştin. Birayê wî Ercan Kûrkût got “Cezayê ku ew ê bidin kujerê birayê min, di bala min de ye, lê gelo dewlet wê ceza bide xwe? Em malbat dizanin ku wê ev doz bi awayekî adilane çareser nebe. Ez ne li benda edaletê me.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar got “Dema ku polîs çekê biteqîne, ev tevgereke bi qestî ye. Divê karibe encamên teqandina çekê jî texmîn bike. Kesekî perwerdebûyî û ji ewlekariyê berpirsyar e, baş dizane ku divê bera ku derê bide.” Di rûniştina dawîn a dozê de dozger mutala da, rûniştin hate taloqkirin.
Di raporê de tê diyarkirin ku 28 kesên ji ber sûcên edlî hatine destgîrkirin piştre hatiye ragihandin ku van kesan ‘xwe kuştine’. Di raporê de tê gotin, “Li hemû qereqolên ku bûyerên kuştinê lê hatine kirin an kamera xera bûne, an kamerayan qeyd nekirine. Dema ku wisa be ne mumkun e ku delîl û îspat jî werin komkirin. Ji ber vê jî bûyerên wisa bêceza dimînin.”