Midûriyeta Emniyat Giştî ya Tirk ragihand ku dê polîs di bûyerên asayîşî de şivikên hesenî yên 65 cm dirêj bi kar bînin. Ji bo ceribandinê, 6 hezar ji van şivikên hesin hatin sîparîşkirin, niha di bûyerên civakî de nayên karanîn.
Midûriyeta Emniyeta Giştî ya Tirk ji bo 6 hezar şivikên hesin ên ji madeyên bafon û polayê hatine çêkirin sîparîş da. Ev şivikên hesin dê destpêkê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bêne ceribandin.