Li Enqereyê polîsekê bi endamek yê MÎT’ê yê binavê Îsmet C re nîqaş kir û li ber lojmana MÎT’ê bi 5 guleyan kuşt.
Li gorî agahiyan, polîsekî bi navê Nafî Î. yê li Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê peywirdare, bi endamê MÎT’ê yê binavê Îsmet C ku beriya vê jî pêre nîqaş kiribû, ji bo li ber Lojmana MÎT’ê ya li Taxa Yenî bibîne çû cem. Li vê derê di navbera herduyan de dîsan nîqaş derket.
Li ser zêdebûna nîqaşê Nafî Î. bi demanceya li gel gule li Îsmet C reşand. Îsmet C yê ku bi 5 guleyan giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Onkolojiyê lê li rexmî hemû mudaxeleyan ne hat rizgarkirin.
Piştî bûyerê Nafî Î. winda bû. Li ser lêgerîna yekîneyên amîrtiya buroya cînayetê li Eskîşehîrê hate girtin. Nafî Î. ji bo lêpirsînê anîn Enqereyê.